Xanima Yekem: Vegera hemû awareyên Şengalê û dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji bo wan

Kurdistan 01:14 PM - 2024-08-04
Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed PUKMEDIA

Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed

Xanima Yekê ya Êraqê

Bi serperiştiya û amadebûna Xanima Yekem a Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, li zanîngeha Silêmaniyê bi amadebûna kesayetiyên siyasî û akademî, xebatên Korbenda Zanistî ya jînosaydê Êzdiyan dest pê kir.

Xanima Yekem di axaftina xwe ya di dîdarê de got: Tişta ku li ser Êzidiyan hat kirin sûcekî mezin e li dijî hemû mirovahiyê ku têde bi hezaran kesên Êzidî jiyana xwe ji dest dan.

Wê got jî: Bi vê boneyê em tekezî li ser pêwîstiya kar bo vegera hemû awareyên êzîdî bo bajarê Şingalê dikin, peydkirina ewlehî û aramiya wê û dabînkirina pêdiviyên jiyaneke birûmet dikin, daku bikarin jiyaneke hêja bijîn.

Got jî: Erka hemû derdorên akademîk, siyasî û dîrokî ye ku konferans û semîneran ji bo danasîna vê jînosaydê lidar bixin û pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên pêwendîdar bikin ji bo pêkanîna edaletê ji êzîdiyan re û sivikkirina êşên wan.

Xanima yekem got jî: Nabe ku sûcên jenosîdê li dijî Êzidiyan bi nekokiyên siyasî re werin tevlihevkirin, ji ber ku hejmarek ji malbatên aware heta niha nekariye vegerin Şengalê û çarenivîsa hin ji wan heta niha ne diyar e.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket