Biryarderê Firaksyona YNKê: Bexda dê di vê hefteyê de mûçe bişîne

Aborî 12:20 PM - 2024-08-04
Biryarderê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês PUKMEDIA

Biryarderê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês

Aborî Mûçe

Dîwana çavdêriyê kontrolkirina lîsteya mûçeya meha hefê bi dawî kir û ti pirsgirêk di lîsta mûçe de nîne, Biryarderê fireksiyona Yekîtî li Encumena Nûneran amaje bi wê yekê dike ku: Bexda dê di vê hefteyê de mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne.

Biryarderê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Kerwan Yarwês ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta Êraqê Pêncşema derbasbûyî dabeşkirina mûçeyên meha heftê bidawî anî û tê çaverêkirin ku di vê hefteyê de mûçeyên heman mehê li herêmê bê dabeşkirin.

Kerwan Yarwês dibêje: Li gor zanyariyên ku min ji Wezareta Darayî wergirtine, dîwana çavdêriyê meha 7 bidawî kiriye û tê çaverêkirin ku Wezareta Darayî dest bi şandina mûçeyên Herêmê bike.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket