Wezareta Koçê 466 koçber vegerandin Nînewayê
Kurdistan 12:17 PM - 2024-07-31
PUKMEDIA
Ragihandina wezareta Koç û Koçberiyê
Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê 466 penaberên kampa Hesen Şam li Hewlêrê
vegerandin malên wan li parêzgeha Nînewayê û dê ji her malbatekê re 4 cmilyon
dînar terxan bikin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê ku
wêneyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re
şandiye, wiha dibêje: Vegerandina 466 penaberên kampa Hesen Şam li Hewlêrê bo
parêzgeha Nînewa bi hemahengî ligel Fermandeya Operasyonên Nînewa wek beşek ji
plana wezaretê ji bo bidawîkirina dosya penaberan bi bernameya piştevaniya
hikûmetê.
Wezîrê amaje bi wê yekê jî kir ku kadroyên wezaretê araste kir
ku alîkariyê bidin malbatên vegeriyane ji bo piştgirîkirina aramiyê li deverên
vegerê, di heman demê de tekez kir ku wezaret berdewam e li ser karê xwe li
gorî plansaziya cîbicîkirina rêkeftinê berdewame ji bo bidawîkirina dosya koçberiyên
li welat bi temamî.
Li Silêmaniyê kampên koçberan hatin girtinWezareta Koç û Koçberan roja 11.07.2024ê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Hemû kampên awareyan li parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin em ê bixebitin ku hemû malbatên ku li dervayî kampan dijîn bi dildarî vegerin.
Wê herwiha got: Ew awareyên mayî li parêzgehên Hewlêr û Duhokê dijîn û ji aliyê Serokatiya Encumena Wezîran ve komîteyek ji bo gotûbêjkirina mekanîzmayên girtina hertimî ya kampan û dabînkirina hemû pêdiviyên pêwîst ji bo vegera awareyan bo warên xwe hat avakirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

