Talebanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçe hewlên cidî hene
Kurdistan 06:47 PM - 2024-07-30
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi awayekî cuda li gel Anders Wiberg Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, Martin Ware Konsulê Giştî yê berê yê Brîtanya û Andrew Beasley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê civiya.
Roja sêşemê 30.07.2024, di civînekê de ligel berpirsê şanda şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa girîngiya hemahengiya zêdetir di pêşxistina sektorên curbicur de hate kirin û Anders Wiberg amadehiya Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên teknîkî bo her yek ji hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Mijareke din a civînê jî girîngiya pêşxistina şarezayên ciwanan bû. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi projeyên Foundation Lab bo bihêzkirina karsazên ciwan û xwediyên karsazên biçûk kir ku biryar e di demeke nêzîk de bên vekirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê jî kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike ji bo serxistina vê projeyê.
Serokê Şanda Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê balkişand li ser destpêşxeriya cîgirê serokwezîr ji bo bihêzkirina ciwanan û amadebûna Yekîtiya Ewropayê ji bo alîkarîkirina ji bo serxistina pirojeyê dupat kir.
Di civîna duyem de li gel Konsulê Giştî yê berê û niha yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.
Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî got, hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene û her du alî geşbîn in ku pirsgirêkên bûdce û mûçe bi awayekî dawî û radîkal bên çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

