Derbaz Kosret Resûl: Emê piştgiriya bazirganên Hewlêrê bikin
Kurdistan 04:40 PM - 2024-07-30
PUKMEDIA
Derbaz Kosret Resûl pêşwaziya nûnerên çend dikanên şewitî yên Hewlêrê dike
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştgiriya hemû bazirganan dike û Derbaz Kosret Resûl bi nûnerên çend dikanên şewitî yên bazara Qeyser a Hewlêrê re civiya û got:“Em amade ne û dê bi her awayî piştgirî bidin bazara wan bazirganên ku ji ber şewatê zirar dîtine û debara jiyana xwe ji dest dane.’’
Derbaz Kosret Resûl: Emê bi her awayî piştgiriya we bikin
Ji destpêka îsal ve, 4 agirên mezin li bazarên Şêxallah, Langa, Qeyser û Herêma Pîşesazî ya Bakur derketine û di encamê de nêzîkî 650 dukan şewitîne û zêdetirî 1000 dukan jî ziyan dîtine.
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Darbaz Kosret Resûl pêşwaziya çend nûnerên dikanên şewitî yên bazara Qeyser a Hewlêrê kir û got:“Em tekezî li ser berdewamiya piştgiriya xwe ji bo hemû bazirganên bajarê xwe yê ezîz, bi taybetî yên ku ji ber bûyerên nexwestî ziyanên darayî dîtine, tekez dikin û em amade ne bi her awayî piştgiriyê ji bo vejandina bazarê û debara jiyana gel dikin.”
“Bazara Qeyser yek ji sembolên zindî yên Hewlêrê ye û bîranîna gelek nifşên xelkên xwecihî yên bajarê me ye, ne navenda debara çend bazirganan, belkî mîrateke şaristanî û çandî ya Hewlêrê ye , Derbaz Kosret Resûl got:’’ lewma emê her dem di xizmeta bazirganan de bin û mîrateya çandî ya Hewlêrê biparêzin.’’
Şalaw Kosret Resûl ji hikûmetê re: Çima cudabûn?
Pêştir Şalaw Kosret Resûl rexne li hikûmetê girtibû ku ji ber şewitandina bazarên Langa û Qeyser li Hewlêrê û Çelê li Duhokê, di warê qerebûkirina qerebûyan de cihêkariyê dike.
Şalaw Kosret Resûl bal kişand ser cudahiya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera kasibkarên Duhok û Hewlêrê de ji bo qerebûkirina wan kiriye û got: “Li bazara Qeyser a Hewlêrê 288 dukan şewitîn û heta niha ti qerebû nehatine dayîn, lê hemû dikanên bazara Çale ya Duhokê bi 3 milyar û 973 milyon û 923 hezar dînar hatine qerebûkirin, ji wan 260 dikan û her wiha xercên şeş mehan û kirêya çopê.”
Di 17ê Sibata 2024an de agir bi dikaneke sûka ronahiyê ket û tevahiya dikanê şewitand li Hewlêrê û piştre di 9ê Adara 2024an de depoyek li nêzî Herêma Pîşesazî ya Bakur, di 13 û 27ê Adara 2024an de jî çend dikan û çar embarên nêzîkî Quştapa di du bûyerên cuda de şewitîn û dîsan li bazara Langa 48 dukan şewitîn, ji bilî wê yekê jî hejmareke zêde ya dukanan ziyan dîtine. Di roja 23ê Nîsanê de agir bi çend dikanên sûka Şêxalla ya Hewlêrê ketibû û nêzîkî 400 dukan li bazara Qeyser şewitîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

