Talebanî: Divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
Kurdistan 06:26 PM - 2024-07-23
Nivîsgeha Ragihandinê ya cîgirê Serokwezîr
Cîgirê Serokwezîr û Balyozê Yekîtiya Ewropayê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Thomas Siller kir û çend mijarên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja sêşemê (23.07.2024) li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, behsa çawaniya pêşxistina şarezayên ciwanên afirandêr û karsaz li Herêma Kurdistanê hate kirin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr nêrîn û planên xwe yên bihêzkirina ciwanan eşkere kir û behsa projeya Weqfa Hub kir ku biryar e di demeke nêz de were vekirin.
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê kir ku alîkariyên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re terxan bike ji bo bihêzkirina xortan ji bo dahênerî û karnasiyê, ji ber ku bi rêya vê pirojeyê dê derfetên kar ji bo ciwanan çêbibe û dê bibe alîkar bo geşepêdana karsaziyên biçûk.
"Serkeftina projeya Weqfa Hub û pêşxistina karsaziyên piçûk jî di berjewendiya Yekîtiya Ewropî de ye ji ber ku dê bandorek li ser kêmkirina rêjeya koçberiya neqanûnî ya ciwanan li derve hebe," wî got.
Di beşeke din ya civînê de pirsa hilbijartinên bê ya Parlementoya Kurdistanê hate gotûbêjkirin û di vê derbarê de, Qubad Talebanî balkişand li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan ji bo parastina rewatiya saziyên hikûmraniyê.
Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hilbijartin di roja ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de pêk were.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

