Rêvebiriya operasyonên Asayîşa Silêmaniyê hejmarek terorîst girtin
Kurdistan 06:31 PM - 2024-07-22
PUKMEDIA
Ajansa Asayîşê
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê li Herêma Kurdistanê girtina (21) terorîstên daxwazkirî ragihand ku di nav wan de berpirsê DAÎŞê li Fellûce û Dîcleyê jî heye.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, ku wêneyek bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA hatiye ragihand: “Di çarçoveya operasyoneke hevbeş a Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişa Herêma Kurdistanê û Asayişa Niştimanî ya Iraqê de,piştî şopandinên hûr û pevguhertina zanyariyên istixbaratî di heyama çend mehan de û piştî standina biryara dadwer, hêzên Asayîşê karîn (21) terorîstên DAIŞê yên ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve dihatin xwestin girtin ku derbasî Herêma Kurdistanê bûn bi mebesta wendakirinê ji girtinê rizgar bibe li Iraqê.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî lêpirsîna wan, îtîrafên wan nîşan didin ku terorîstan plansaziya gelek kiryarên terorîstî kirine û beşdarî wan bûne , da zanîn ku terorîst li gor benda (4) ya yasaya Dije-Terorê ji aliyê dadgehên Iraqê ve tên xwestin ji ber taybetiya dozên wan ên tawanan radestî Saziya Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê kirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

