Komîsyon:139 lîste beşdarî hilbijartinên Kurdistanê dibin
Kurdistan 10:01 PM - 2024-07-20
PUKMEDIA
Hilbijartin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê hejmara lîste û partiyên beşdar di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku biryar e di 20.10.2024 de birêve biçe, eşkere kir.
2 koalîsyon û 13 partiyan xwe qeyd kirine
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Di heyama wergirtina lîsteyên namzedên ji bo beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, komîsyonê 139 lîsteyên hilbijartinan tomar kirine ku ji wan du hevpeymanî, 13 partî û 124 namzedên takekesî.
Got jî: hejmara namzedên takekesî gihişte 85 kesan û hejmara kandîdên pêkhateyan ev e: 19 namzedên mesîhî bi vî awayî hatine dabeşkirin: li Hewlêr 7, Silêmanî 4, Dihok 8 namzed.
Hejmara namzedên tirkmen 19 e û bi vî awayî hatiye dabeşkirin: Hewlêr 14, Silêmanî 5 namzed.
Cumana Gelayî diyar kir: Lîsteya jimare ji bo namzedan dê di nîvê meha tebaxa bê de were kirin û niha komîta şareza li ofîsên komîsyonê li Herêma Kurdistanê kar li ser vekolîn û kontrolkirina daneyên lîste û berbijêran dike ji bo şandina wê ji Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Tenduristiyê û saziyên din ên ku ji bo rastkirina navên berendaman hene.
YNKê 172 berbijêr hene
Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDÎA re şandiye hat ragihandin :’’Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 172 namzedên hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir ku li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl serokê lîsteyê ye, ji bo Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed e û ji bo Helebce jî Barzan Osman e û Elî Oremarî jî ji bo Duhokê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Parçekirina herêman li ser çar deveran karekî girîng bû ji bo gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê û ew yek jî li gor pirensîpên demokrasiyê ye û dê encamên hilbijartinan cuda bin û bi temamî rê li ber sextekariyê bê girtin.’’
Pîra her wiha got: "Li Herêma Kurdistanê ti partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike, çi kursî zêde bike, çi kêm bike û em li bendê ne ku YNK di vê hilbijartinê de dengên xwe zêde bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

