YNKê: Emê bi 173 berbijêran beşdarî hilbijartinan bibin
Kurdistan 11:03 PM - 2024-07-17
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîra
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 173 berbijêrên gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir û di vê derbarê de berdevkê YNKê got:’’Di vê pêvajoyê de wê encamên hilbijartinê cuda bin û pêşî li sextekariyê bê girtin.’’
Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDÎA re şandiye hat ragihandin :’’Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 173 namzedên hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir ku li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl serokê lîsteyê ye, ji bo Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed e û ji bo Helebce jî Barzan Osman e û Elî Oremarî jî ji bo Duhokê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Parçekirina herêman li ser çar deveran karekî girîng bû ji bo gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê û ew yek jî li gor pirensîpên demokrasiyê ye û dê encamên hilbijartinan cuda bin û bi temamî rê li ber sextekariyê bê girtin.’’
Pîra her wiha got: "Li Herêma Kurdistanê ti partî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike, çi kursî zêde bike, çi kêm bike û em li bendê ne ku YNK di vê hilbijartinê de dengên xwe zêde bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

