Pêşmerge du mûçe û 432 hezar alîkarî werdigre
Kurdistan 01:29 PM - 2024-07-17
PUKMEDIA
Hêzên Pêşmerge û direvên Êraqî
Biryare siba 18/7/2024 bi dabeşkirina mûçeya meha 5, 6 re 432 hezar dînar wek
hevkarî hevpeymanan li ser her pêşmergeyekî lîwayên piyade yên Wezareta
Pêşmerge were dabeşkirin, ku nêzîkî 40-45 hezar Pêşmerge sûdmend dibin.
Jêderek ji wezareta pêşmerge ji PUKMEDIA re ragihand ku her
pêşmergeyek ji bilî wergirtina du mûçe 432 hezar jî werdigre ku gelek pêşmerge
jê sûdmend dibe.
Li gorî xişteya dabeşkirina mûçeyê ku ji hêla Wezareta
Darayî ve hatî weşandin dibêje ku îro Çarşemê mûçeyên Encumena Asayîşê, Dezgeha
Asayîş û Rêveberiya Polîsên Parastina Navendên Neftê tên dabeşkirin.
Biryare siba mûçeyên Wezareta Pêşmerge, hêzên 70 û 80, hêzên
parastina firyaketinê û hêzên Zêrevanî tên dabeşkirin.
Berî niha Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Harêm
Kemal Axa ji PUKMEDIA re ragihandibû: Weke fraksiyona YNKê û endamên me yên komîteya
darayî li civata nûneran bi berdewamî hewl didin pirsgirêka mûçeyê hêzên ewlekariyê
çareser bikin.
PUKMDEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

