Serok Bafil: Em rêzê li serwerî û ewlekariya welatên cîran digirin
Kurdistan 05:27 PM - 2024-07-16
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Civîna Serokê YNK gel şanda NY
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya şandeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya Claudio Cordon Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê bo karûbarên siyasî û hevahengiya hilbijartinan kir.
Di hevdîtinê de pirsa hilbijartinan, rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û navçeyê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hate gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga avaker di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe hat kirin di çarçoveya destûrê û parastina mafên her kesî de.
Serok Bafil Celal Talebanî derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê û lidarxistina wan di roja diyarkirî de got: Em pabend in bi wê roja ku ji bo lidarxistina hilbijartinan hatiye diyar kirin û divê hemû aliyên din jî pêbend bin, ji ber ku paşxistin û astengî li pêşiya hilbijartinan xizmeta ti kesî nake."
Rewşa ewlekarî û hewlên ji bo vegerandina aramiyê li navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû, ku Serok Bafil di vê derbarê de got: Helwesta me zelal e û em piştgîriya diyalog û têgihiştinê dikin ku baştirîn bijarde bo çareser kirina pirsgirêkan û ne aloztir kirina rewşê. Em rêzê li serwerî û ewlekariya welatên cîran digirin û ji bo pêkanîna aştî û xebata hevbeş di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de pêşwazî dikin.”
Derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bidawîkirina pirsgirêkan de jî Serok Bafil diyar kir: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê siyaseteke niştimanî dişopîne ku li ser parastin û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê ye û baweriya me bi xebata hevbeş û şirîkatiyeke rast heye di birêvebirina welat de û armanca me parastina mafên her kesî di çarçoveya destûrê de ye û divê her kes rastiyê bizane ku dema yekdestdariya hikûmetê û siyaseta ferzkirina îradeyê derbas bûye û pêwîstiya welat bi aştiyê, aramî, û dabînkirina jiyaneke baştir ji bo welatiyên xwe heye , ne nakokiyên neqanûnî.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

