Darayîya Êraqê mûçeyên hêzên ewlekariyê şand herêmê
Kurdistan 11:29 AM - 2024-07-16
PUKMEDIA
Diravê 50 hezar Dînarê Êraqî
Wezareta darayîya Êraqê zêdetirî 676 Milyar Dînar wek
mûçeyên heyvên Gulan û Hizêranê yên hêzên ewlekariyê xist ser hejmara darayîya
herêmê.
Wezareta darayîya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê
de ku kopiyek ji wê jibo PUKMEDIA hatiye şandin, amaje bi wê yekê dike ku îro
ji aliyê wezareta darayîya Êraqê ve kojmê (676,036,000,000) şeş sed û hefta û
şeş Milyar û sî û şeş Milyon Dînar mûçeyên heyvên Gulan û Hizêranê yên hêzên
Pêşmerge û sazî û dezgehên ewlekariya herêma Kurdistanê xist ser hejmara banka
wezareta darayî û aborî ya li liqê Hewlêr ya banka navendî ya Êraqê.
Li gor daxuyaniyeke wezareta darayî , beşek ji hêzên
ewlekariyê ku ji (Hêzên yekeya 70 û 80, Civata Asayîşê, Dezgeha Asayîşê,Hêzên
Zêrevanî, Berevanî û Hawarçûn, Rêveberayetiya Polîsê Parstina Sazî û Dezgehên
Neftî, Paswanên Wezareta Navxwe ) pêk tên, di heyama 99 rojan de tenê yek mûçe wergirtine ku bi diyarîkirî di roja 08-04-2024 an de mûçeya heyva Adarê û roja 12 Hizêrana 2024 an jî mûçeya
heyva Nîsanê wergirtine.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA ku ji wezareta derayîya herêmê
ketiye destê wê, tê çaverêkirin ku darayîya herêmê dema dabeşkirina mûçeyên
hêzên ewlekariyê rabigihîne ku di dû rojên bê de hêzên ewlekariyê dê wan herdû
mûçeyan werbigrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

