YNK û 6 partiyên Kurdistanî: Em bi yekrêziyê xizmetê bikin
Kurdistan 06:45 PM - 2024-07-15
PUKMEDIA
Şanda YNK û şeş partiyên Kurdistanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û 6 aliyên siyasî yên Kurdistanê rewşa niha ya navçeyê û çendîn mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku li avahiya Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî pêk hat, îro 15.07.2024ê, berpirsê ofîsa hilbijartinan û endamê Mekteba Siyasî Rizgar Hecî Hema û endamanê Serkrdayetiyê Salar Lale Serhed û Letîf Nêrweyî pêşwaziya serokên 6 partiyên siyasî yên Kurdistanê kirin.
Di civînê de rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û hewlên avakirina parêzgehên Kerkûkê û Neynewayê piştî hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hate gotûbêjkirin û Rizgar Hecî Hema got: “Yekîtiya Niştimanî her dem li gel yekrêzî û lihevhatina navxwe ya Kurda ye, em di wê baweriyê de ne ku em bi hev re xizmetê ji gelê xwe re bikin û destkeftiyên herêmê biparêzin.”
Ji aliyê xwe ve serokên aliyên beşdar di civînê de tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirin û pêşxistina peywendiyan ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û parastina yekrêzî û pêkvejiyana di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin.
Partiyên ku beşdarî civînê bûne wiha ne:
Serokê Tevgera Çaksaziya Nîştimanî ya Kurdistanê, Serokê Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Serokê Tevgera Rizgariya Demokrat a Kurdistanê, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê, Serokê Tevgera Aştî, Serokê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

