Ti koçber li Silêmaniyê namînin

Kurdistan 02:33 PM - 2024-07-10
Kampa Koçberên Êraqî Hejmara wezareta koç û koçberan ji Facbookê

Kampa Koçberên Êraqî

Koçber

Bi amadebûna wezîrê koç û koçban a Êraqê li Silêmaniyê karwana dawî yê koçberan vedigerin warên xwe yên resen. Rêveberiya beşa parêzgehên herêma Kurdistanê li wezareta koç û koçberên Êraqê dibêje: Siba hemû kampên li parêzgeha Silêmaniyê tên girtin û ti koçber li Silêmaniyê namînin.

Karwanê dawî yê penaberên li Silêmaniyê vedigerin warên xwe
Rêveberê beşên parêzgehên herêmê li wezaretê Semêr Meşkûr ji PUKMEDIA yê re ragihand: Wezîrê Koç û Koçberan ê Êraqê got siba karwana dawî ya penaberên li parêzgeha Silêmaniyê dê vegerin malên xwe.

Niha tenê 64 malbat li kampa Aştî ya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê mane û hemû rêkarên yasayî ji bo vegera wan hatine encamdan û siba jî di çarçoveya pilana Wezaretê ya derbarê vegerandina penaberan de ew malbatên ku mane kampê bi cih dêlin û vedigerin warên xwe

Amaje bi wê yekê jî kir ku: Ji ber hatina DAIŞê û ne aramiya navçeyên wan, hejmareke mezin ji malbatên ku li bajarên naverast û başûrê Êraqê dijîn, li kampên parêzgeha Silêmaniyê bi cih bûne û bi vegera van 64 malbatan dê dawî li dosyaya koçberan li Silêmaniyê were.

24 hezar û 350 malbat li Duhok û Hewlêr mane

 

Li gor agahiyên PUKMEDIA be heta niha li parêzgeha Duhokê 19 hezar û 600 malbat û li Hewlêr 4 hezar û 750 malbat koçber di kampan de mane û rêgirî li vegerandina wan tê kirin.

Derbarê wan astangiyan de jî Semêr Meşkûr dibêje: Rêveberiya Hewlêr û Duhok û heta navendê hevahengiya hevbeş a ser bi hikûmeta herêmê ve rê nade tîma Wezareta Koç û Koçberan derbasî kampan bibe. û ji bo vegerê asankariyê nade wan û wezareta navxwe ya hikûmeta herêmê jî rê nade vegerê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku ji 5 hezar malbatên aware li kampên Hewlêrê, tenê 250 malbat karîbûn vegerin warên xwe yên resen û heman rewş li parêzgeha Duhokê jî heye, ku heta niha ji 22 hezar malbat tenê 400 malbat vegeriyane. Wezareta Navxwe û rêveberiya Hewlêr û Duhokê rê li ber proseya vegera awareyan bo deverên xwe digre. 


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike