Zêdetirî 19,000 hilbijêrên herêmê kartên xwe yên bîyometrîk wergirtin
Kurdistan 04:30 PM - 2024-07-09
PUKMEDIA
Karta dengdêrên biyometrîk
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê ragihand, li hemû parêzgehên Iraqê zêdetirî 32 hezar kesan kartên biyometrî yên dengderan wergirtine, ku piraniya wan li parêzgehên Herêma Kurdistanê ne.
Parêzgeha Silêmaniyê herî zêde belav bûye
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê (ÎHEC) ,ji 29ê Hezîrana 2024an heta 4ê Tîrmeha 2024an, 32 hezar û 213 kartên dengdanê li hemû parêzgehên Iraqê hatine parvekirin , ku ji wan kartên herî zêde li Silêmaniyê bi 9699 kart û herî kêm jî li Kerkûkê bi 63 kartan hatine belavkirin.
Li gorî komîsyonê, di nava hefteyekê de 19 hezar û 197 kartên dengdanê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hatine belavkirin û parêzgeha Silêmaniyê jî bi 9699 kartên dengdanê herî zêde kartên dengdanê belav kirine.
Parêzgeha Hewlêrê 5967 kart û parêzgeha Duhokê jî 3531 kart belav kirin.
Nêzîkî sê mîlyon hilbijêr qeydkirî ne
Beriya niha, Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihandibû:“Ji 3 milyon , 789 hezar û 360 hilbijêrên Herêma Kurdistanê, 2 milyon , 901 hezar û 80 dengderan tomar kirine û kartên dengdanê wergirtine.
Cumana Gelayî got: "Ev hejmar bi giştî hejmara dengderên giştî ye û hejmara dengderên taybet nagire û dema tomarkirinê bidawî bûye, lê dana kartên dengdanê yên bîyometrîk dê berdewam be ji bo kesên ku xwe tomar kirine."
Roja hilbijartinê hat diyarkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 20ê Cotmeha 2024ê weke roja şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

