Wezîrê Pêşmerge:Hewla çareserkirina paşdaketina mûçeyan didin
Kurdistan 02:07 PM - 2024-07-09
PUKMEDIA
Şoreş Ismayîl wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêmê
Wezîrê Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdarî merasîma
derçûna xula heştemîn yê erkanê hêzên Pêşmerge li devera Çuwarqurne kir û
daxwaz ji efserên derçûyî kir ku li dewsa bi hêzkirina eqîdeya hizbî, eqîdeya
nîştimanî bi hêz bikin, ragihand jî, piştî encamdana hûrbîniyan pirsgirêka mûçeyên hêzên
ewlekariyê dê çareser bibe.
Divê dawî li êrîşan bên
Şoreş Ismayîl, wezîrê
Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya merasîmekê de ragihand ku,
îro roja Sêşemê rêkefta 9-7-2024 an komîteya hûrbîniyê seredana wezareta Pêşmerge û yekeyên hêzên 70 û 80 dike
û ew çaverê dikin ku di çend rojên bê de piştî bi dawîbûna hûrbîniyan, pirsgirêka
dabeşkirina mûçeyên hêzên ewlekariyê dê çareser bibin.
Wezîrê Pêşmerge got:Ez hêvîdarin ew şer û hêrişên li
deverên sinorî hene nebin sedema wê yekê ku ziyan bigihêje welatiyên sivîl û bi
zûtirîn dem bi dawî bibe.
Peywendiyeke bi hêz yê Pêşmerge digel berevaniya Êraq û hevpeymenan heye
Derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge Şoreş Ismayîl amaje bi wê
yekê kir ku, me dikarî zal bibin bi ser piraniya pirsgirêkên li hemberî
çaksaziyê di nava hêzên Pêşmerge de, lê ew prose demeke zêdetir jibo wê
pêwîste.
Her weha derbarê ragirtina hevkariya hêzên hevpeymanan jibo
hêzên Pêşmerge ragihand ku, hevkariyên hêzên hevpeymanan berdewamin û çi
pirsgirêk têde nîne.
Şoreş Ismayîl amaje bi wê yekê kir ku, wezareta Pêşmerge
peywendiyeke xwe ya dirust digel wezareta berevaniya Êraqê heye û hemahengiyên
wan digel hevpeymanan jî berdewamin.
Pêştir jî lîwa rukin Bextiyar Mihemed Sidîq emîndarê giştî
yê wezareta Pêşmerge jibo malpera fermi yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA ragihandibû ku, paşdaketina mûçeyên wezareta Pêşmerge peywendiya xwe
bi dubare daxwaza zanyariyên nû ji aliyê dîwana çavdêriya darayî ya Êraqê ve
heye, û di dema niha de jî darayîya herêmê hewla cî bicîkirina wê daxwaziyê
dide,daku careke din wan zanyariyan jibo Êraqê rê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

