Hekarî, karesat û tawana mezin ê şoreşê ye
Kurdistan 10:03 AM - 2024-07-08
PUKMEDIA
şehîdên Hekarî
Îro 7 Tîrmehê rojeke diltezîn û karesatê ye ji YNK re,
ku serkirde û bi sedan pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê şehîd bûn,
ku bi kerwanekî anîna çekan re bûn ji bo berdewamkirina têkoşîna rizgarîxwaz a
Kurd li dijî rêjîma Beis a Êraqê lê bi destê kurdan û komploya kurdan li Hekarî
hatin şehîdkirin.
Tevgera rizgariya Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe rastî gelek
serkeftin û ketin hatiye, xwediyê bi sedan dastan û serwerî ye, xwedî
kîmyabaran û zincîreyeke enfal û qirkirdina kurde, êdeyî 4-5 hezar gund hatin
wêrankirin û hîna jî gelek gundên din di arşîv û dîroka berê yê gelê Kurd li
başûrê Kurdistanê de mane û hatine tomarkirin, lê ev karesat ji bo
bidestxistina mafên kurdan nebûne asteng. Lewma di vê salvegera karesata Hekarî
de Kurd xwediyê 28 sal ezmûna xwerêveberiyê ye û ev hêza siyasî ya ku dest ji
karesata Hekarî berneda, niha yek ji hêzên siyasî yên herî girîng û rastîn ên
Kurdistanê ye ku di mîjûya wê de zêdetir ji 20 hezar pêşmerge şehîd û berxwedan
tomar kiriye.
Di 7/7/1978ê de di karesata Herêmê de endamê Mekteba Siyasî
Elî Askerî, Endamê Mekteba Leşkerî Xalid Seîd û Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên
YNKê Hisên Babaşêx dîl hatin girtin ji aliyê serkirdayetiya demkî ya Partiya
Demokrata Kurdistanê (PDK) û piştre mehekê şehîd bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

