Barzanî: Ti belgeyek nîne ku YNK li pişt şewitandina bazaran bûye
Kurdistan 05:54 PM - 2024-07-02
RUDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê ku niha bi serdaneke fermî li Awusturya ye, di civîneke çapemeniyê de ji bo medyayê ragihand:"Ti delîleke fermî nîne ku YNK weke partî li pişt şewitandina bazarên Herêma Kurdistanê bû."
Serok: YNK li pişt bûyeran nebûSerok Nêçîrvan Barzanî li Avusturya di civîneke rojnamevaniyê de got: “Ti delîlek nîne ku YNK weke partî li pişt şewitandina bazarên Herêma Kurdistanê bûye.Dibe ku kesên berê endamên wê partiyê bûne hebin lê weke hêzeke siyasî ti belgeyek fermî nîne ku YNK li pişt van bûyeran be.’’
Berdevkê YNKê: Ti aliyek nikare destê xwe yê rûn bi YNKê paqij bike
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre duh di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku tohmet li ser YNKê hatine kirin û got: "Tu aliyek nikare destê xwe yê rûn bi ser me de bişo ji ber ku ti têkiliya me bi şewatan re tune bû û tiştê ku tê gotin senaryoyek xirab e."
"Em weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hemû kiryarên wêranker ên ku welatiyên Herêma Kurdistanê dike armanc û ziyanê digihîne navûdengê herêma me şermezar dikin û ji bo eşkerekirina rûyê rastî yê bûyeran em amade ne her tiştî ji YNKê re bikin." wî got.
Berdevk got: “PDK ji ber ku ji hilbijartinan ditirse dixwaze bi rêya tîma hikûmetê partiyên din bike hedef û ji hilbijartinan re pirsgirêkan çêbike.’’
Parêzgarê Hewlêrê: Sedema rûdana qezayan kerebe bû
Pêştir Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw sedema şewatan bi xirabbna elektirîkê, bikaranîna makîneyên welderxistinê û hin sedemên din ên teknîkî amaje bi wê yekê kiribû, ku ev yek jî di derbarê civîna çapemeniyê ya Wezareta Navxwe de gumanên welatiyan çêdike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

