Serok Bafil: Divê hilbijartin bibe guhertina rêveberiyê
Kurdistan 05:01 PM - 2024-07-01
PUKMEDIA
Serok Bafil li gel Konsulê nû yê Brîtanya
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Andrew Beasley Konsulê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de Serok Bafil pîrozbahî li erk û berpirsiyariya nû kir û piştgiriya YNKê ji bo serxistina karê wî dûpat kir û hêvî xwest ku ev yek bibe derfetek bo bihêztir kirina peywendiyan û bidest xistina armancên bilind.
Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hate gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyalog û hewlên hemû hêz û aliyên siyasî yên ji bo xizmetkirina xelkê û avakirina paşerojeke aramtir, dabînkirina derfetên zêdetir ji bo welatiyan bi taybet ciwanan û handana wan di warên cuda de.
Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû, di vê derbarê de Serok Bafil Celal Talebanî got:’’Hewlên me yên ji bo lidarxistina helbijartinan û ne paşxistina wan ji ber sedemên curbicur e. Herêma me ji bo guhertina pêvajoya rêveberiyê û xurtkirina saziyên yasayî pêwîstî bi hilbijartinên adil heye.’’
Serok Bafil amaje bi wê yekê jî kir ku me gelek hewl daye ku ev hilbijartin bê sextekarî û lîstina bi dengên xelkê be, lewra hêviya piraniya hêz û aliyên siyasî ew e ku hilbijartinek di dema xwe de bê encamdan û êdî giraniya herêma me nekeve bin pirsiyara.
Di derbarê Kerkûkê û temamkirina proseya yasayî û îdarî de jî Serok Bafil helwesta YNKê şirove kir û got :’’ Em wek aliyê serkeftî di hilbijartinan de ne û bi xem in ku pirsgirêkan derbas bikin û parêzgarek destnîşan bikin ku ruhê bihevre jiyanê li wî bajarî kûrtir bike û bê cudahî xizmeta gelê xwe bike. Ji bo wê yekê jî em danûstandinên xwe berdewam dikin û hêvîdar in di zûtirîn dem de bigihin encameke erênî û di xizmeta Kerkûkiyên hêja de bin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

