Serok Komar : Divê gerentiya mafên hemî netewe û pêkhateyên Êraqê bê kirin
Kurdistan 01:45 PM - 2024-06-29
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Axaftina Serok di Kongreya Rewşenbîrên Ereb-Kurd de
Îro, roja Şemiyê 29 /06/2024 an bi serperştiya Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd, serok komarê Êraqê karên kongra hevdîtina çandên Eerbî- Kurdî li bajarê Bexdayê destpêkir.
Navenda çanda Kurdî- Erebî vê kongreyê bi serperştiya serok komar encam dide ku têde rewşenbîrên Kurd - Ereb gotûbêjan dikin derbarê dozên hevbeş yên girîgiya xwe jibo rewşenbîran û lêkoleran heye.
Li gor karnameye kar sê tewer di kongereyê de tên gotûbêjkirin ku bi vî awayî ne:
Ya yekem- Rola çanda Erebî – Kurdî û geşekirin û berdewamkirina hevjiyana aştiyane û xurkirina nirxên hemwelatiyê û kûrkirina nêzîkirina hizrî di navbera gelên Kurd – Ereb de.
Duyem- Bandora kesayetiyên çandî yên Ereb – Kurd di berhemanîna çanda mirovayetiyê de li hemberî nijadiyê û afrandina çanda siyasî ya peywendiyên di navbera Ereb û Kurd de.
Sêyem – Rola dezgehên cî bi cîkar û yasadananê û dadweriyê û civaka sivîl di pêşxistina çanda Erebî – Kurdî ya hevbeş de û hewldanên zangiheên Erebî – Kurdî di parastina nasnameya çandî û giringiya hevbeşiya stratîjî û vebûn li ser zaningehên cîhanî.
Her weha sê rûniştinên şêwirmendiyê tên sazkirin ku rewşenbîr û lêkolerên Ereb û Kurd encam didin.
Serokomarê Êraqê Letîf Cemal Reşîd ragihand di kongrê de, ku baştirîn dewra dîrokî li herêmê ew serdem e ku peywendiyên jiyana hevbeş di navbera neteweyên cuda de û di navbera Kurd, Ereb, Fars, Tirk û civakên din de bihêztir û berfirehtir bûne.
Serokomarê Iraqê di konferansa rewşenbîrên Ereb-Kurd de ku li Bexdayê hat lidarxistin de, ku hejmareke zêde ji berpirsên partî û hikûmetên Iraqî û Kurdistanî û rewşenbîrên civakan tê de beşdar bûn, ev axaftin kir.
Kongre ji aliyê Navenda Çanda Erebî-Kurdî ve hat birêxistin û Serokatî bal kişand ser rola konferansê û got: "Girîngiya sereke ya navendê xebat, avakirin û pêşxistina çandeke hevpar e ku xizmeta jiyana hevbeş bike.
Wî banga berdewamiya xebata hevbeş kir ji bo pêşxistina têgihiştinê û bihêzkirina nirxên ku alîkariya dabînkirina jiyanek hevbeş û minasib ku mafên hemî netewe, civak, ol û mezheban misoger dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

