YNKê: Em senaryoyên din ên paşxistina hilbijartinan red dikin

Kurdistan 07:42 PM - 2024-06-26
Berdevkê YNKê PUKMEDIA

Berdevkê YNKê

YNK Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre helwesta partiya xwe derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragihand û got: “Em ji destpêkê ve ji bo hilbijartinan amade bûn, eger bi  xwestî YNK’ê bûya wê  hilbijartin di 10’ê Hezîranê de bihata  kirin, em di her kêliyê de amade ne û hemû senaryoyên ku behsa paşxistina careke din hilbijartinan dikin, red dikin.’’

YNK amade bû û amade ye
Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got: “YNK ji destpêkê ve alîgirê lidarxistina hilbijartinan bû û niha jî em bi her awayî amade ne.Ji bo diyarkirina roja hilbijartinan şêwra partiyan nehatiye kirin û em hemû senaryoyên ku behsa paşxistina careke din hilbijartinan dikin ku ti astengî li pêşiya hilbijartinan nînin red dikin."
YNK li gel hilweşandina kursiyên pêkhatan nebû

Her wiha got: "Sînorên hilbijartinan li ser daxwaza YNKê bû ku li ser 4 deveran hatin parvekirin. Eger YNKê dixwast hilbijartin di 10ê Hezîranê de bên kirin, em çend caran ji paşxistina hilbijartinan nîgeran in."

Pîra got: ‘’YNK ti carî alîgirê betalkirina kursiyên dpêkhatan nebûye û ji bo vegerandina 5 kursiyên pêkhatan ,ji bo vê me hewlên xwe berdewam kirine û em bi ser keftine.’’

 

Dê di vê hilbijartinê de hîle neyê kirin

Saadî Ehmed Pîre got: “Wê di vê hilbijartinê de jî wekî berê sextekarî neyê kirin, deng nayên guhertin û penaber bi belgeyên sexte dengê xwe nadin, ji ber ku di hilbijartinên berê de partî hebûn ku penaber ji bo dengdanê bikar anîne. Di qeyda dengderan ji mirî û kesên ku ne hemwelatiya Iraqê ne nînin.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket