YNKê: Divê Serokê Herêma Kurdistanê bi hilbijartinan yekîtiya me biparêze
Kurdistan 02:27 PM - 2024-06-25
PUKMEDIA
Rizgar Hacî Hema
Berpirsê Buroya Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tekez kir, ku YNKê bi biryar e ku hilbijartinên îsal bên lidarxistin, ji ber ku hemû amadekariyên xwe temam kirine û got, pêwîste Serokê Herêma Kurdistanê parastina berjewendiyên Kurdistanê bike û çareserkirina valahiya yasayî û destûrî bi destnîşankirina hilbijartinan dibe.
Berpirsê Buroya Hilbijartinan a YNK’ê Rizgar Hacî Hema ji Kanala GK’ê re axivî û got: “Me di hemû dezgehên xwe ji bo hilbijartinan amade kiriye. Di hevdîtina ku li gel Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî de me tekezî li ser wê yekê kir ku Serokê Herêma Kurdistanê heman demê hilbijêre ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a 5ê Îlonê ve ji bo lidarxistina hilbijartinan hatiye pêşniyarkirin.
Hema her wiha got: "Em piştgirîya beşdarbûn û amadebûna hemû partî û aliyên siyasî dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî proseya hilbijartinan bibin, bi armanca xizmetkirina berjewendiyên welat û herêma xwe."
Her wiha got: ‘’Berpirsiyariya Serokê Herêma Kurdistanê ye ku berjewendiyên Kurdistanê biparêze û biryarê li ser roja hilbijartinan bide ji bo çareser kirina valahiya qanûnî û destûrî ya heyî... her paşdexistina hilbijartinan dê bibe encama valahiya qanûnî, bi vî awayî yekitiya me dixe xeterê."
Berpirsê Mekteba Hilbijartinan a YNKê got: "Pêşniyarên Serok Bafil jî heman daxwazên gelê Kurd in ku hilbijartin bên lidarxistin û êdî paşve neçe û berjewendiyên hizbî ji holê bên rakirin û berjewendiyên bilind ên neteweya xwe li ber çav bigirin û Kurdistanê ji vê pirsgirêkê rizgar bikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

