Serok Bafil: YNK ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 09:44 PM - 2024-06-24
PUKMEDIA
Seok Bafil û Razgar Hacî Hema
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi Rêheval Rizgar Hacî Hema Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNKê re li Dabaşanê civiya.
Di civînê de Rizgar Hacî Hema amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinan pêşkêş kir û got ku ew bername û planên ku di civînên bilind de biryar li ser dane hatine cîbicîkirin û YNK jî ji bo hilbijartinan amade ye.
Di bersivê de Serok Bafil Celal Talebanî spasiya berpirs û rêhevalên Buroya Hilbijartinê kir ku di dema borî de bi dilsozî erkên xwe bi cih anîne,bi taybetî di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de, dema ku YNK bû hêza yekem di nav partiyên Kurdistanî de, roleke berçav lîst û bêwestan kar kir.
Di hevdîtinê de Serok Bafil got ku YNK ji bo hilbijartinan amade ye û bi ti awayî ligel paşxistina hilbijartinan nîne û çêkirina astengiyan li pêşiya vê pirosesa giring derbeyeke li îradeya gel û proseya demokrasiyê ye li Herêma me . Pêwîste hemû alî li gorî ku dema komîsyonê weke desteya fermî û cîbicîkar ji bo hilbijartinan pêşniyar kiriye bi cih bînin, ku roja 5ê Îlona îsal e û ti behane ji bo paşxistina proseyê nehiştiye. Em careke din tekez dikin ku YNK ji bo hilbijartinên wê dîrokê amade ye û pêşwaziya pêşniyara komîsyonê dike.
Di hevdîtinê de Serok Bafil got ku divê hemû aliyên siyasî dest bi qonaxeke nû ya xebata siyasî bikin û bi hev re ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşerojeke geştir kar bikin. Pirsên netewî nebe qurbana berjewendiyên hizbî û jiyana gelê me yê ezîz bi nakokiyên nedadperwer re neyê tevlihevkirin. Her wiha got: “Piştgiriya van gavan cesaret dixwaze û YNK jî amade ye.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

