Dema tomarkirina navên namzedan hat dirêjkirin
Kurdistan 11:45 AM - 2024-06-24
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Komîsyona
Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê dema tomarkirina navên hevpeymanî,
partiyên siyasî, namzedên takekesî û namzedên pêkhateyan yên ku dixwazin
beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin bo 27.06.2024 dirêj kir.
Ev duyemîn
dirêjkirina dema tomarkirinê ye, ku biryar bû îro Duşemê24/6/2024 bi dawî bibe.
Di
daxuyaniyeke kurt ya Komisyonê de ku PUKMEDIA kopiyek jê wergirtiye de wiha hat
gotin: “Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dema tomarkirina hevpeymanî,
partî, namzedên takekesî û namzedên takekesî yên ku dixwazin beşdarî
hilbijartinên 2024ê bibin, dirêj kir, heta dawîbûna dema karê fermî roja Pêncşemê
27/6/2024.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ji
roja 8/6/2024an ve ji bo cara duyem heta roja 24/06/2024ê deriyê tomarkirinê ji
hevpeymanî, partî, namzedên takekesî û berbijêrên pêkhateyan vekir.
Ev heyama nû, bi gotina Berdevka Komisyonê, ji
bo wê yekê hat, ku derfeta zêdetir ji bo partî, aliyên siyasî û namzedên
takekesî were dayîn ku beşdarî hilbijartinên 2024ê yên Parlamentoya Kurdistanê
bibin.
Komisyonê di heyama yekem de, ji 13.03.2024ê
heta 31.03.2024ê, ji bo beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
de, namzed ji bo hevpeymanî, partiyên siyasî û namzedên takekesî vekir.
Heta duh Yekşemê 23/6/23, hejmara giştî ya namzedan
giheşte 26 partî, 4 hevpeymanî û 101 namzedên takekesî, ji wan 26 berbijêrên
pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî.
Komisyonê roja 28.05.2024ê nameyeke fermî ji
Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand, ji bo destnîşankirina roja nû ya
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêşniyara serokatiya Herêmê jî kir ku
roja 5/9/2024 wek rojeke nû ji bo lidarxistina hilbijartinan were
destnîşankirin, lê heta niha Serokatiya Herêmê bersiva vê daxwazê nedaye û
berdevka wê jî tekez kir ku hemû aliyên yasayî, îdarî, darayî û teknîkî yên
proseya hilbijartinan amade ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

