Komisyonê amade ye bo hilbijartinan û sibe dema dawî ya tomarkirinê ye
Kurdistan 04:49 PM - 2024-06-23
PUKMEDIA
Parlemana Kurdistanê
Bi nêzîkbûna bidawîhatina dema tomarkirina
hevpeymanî, partiyên siyasî, namzedên takekesî û namzedên pêkhateyên ku
dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin, Komîsyona Bilind
a Serbixwe ya Hilbijartinan tekez dike ku ew amade ye hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê birêve bibe û li benda biryarnameya herêmî ye di vê
derbarê de.
Dawiya dema qeydkirinê
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelay ji malpera fermi ya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan PUKMEDIA re ragihand: Sibe roja duşeme 24.06.2024, dema dawî ya tomarkirina navên hevpeymanî, aliyên siyasî, namzetên takekesî û namzedên pêkhateyan ku dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibine.
Wê got jî: biryara dirêjkirina dema tomarkirinê biryarek e ji aliyê desteya komîsyonên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve û heta niha ti biryarek bo wê yekê nîne.
Cumana El-Geleyî dibêje: Komisyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan deriyê tomarkirina beşdarbûyan ji bo heyama 6/8/2024 heya roja dawiya demjimêrên fermî yên xebatê di 24/6/2024 vekirîbûn.
Herwaha got: Ev dewreya nû hat bo wê yekê ku derfetek zêdetir bo beşdarbûnê di hilbijartinên 2024ê yên parlamentoya Kurdistanê bibin.
Hejmara partiyên beşdar
Cumane El-Ghelayî dibêje: “Tenê 2 partiyên nû derbarê partî û hevpeymanan de daxwaza xwe bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de diyar kirine.
Wê got jî: heta niha nêzîkî bîst namzedên takekesî hatine tomarkirin û her ku diçe jimare zêde dibe her ku diçe roja tomarkirinê bi dawî dibe û hejmara giştî dibe 22 partî, du hevbendî û 74 namzedên takekesî ku navên xwe tomar kirine bo beşdariyê di Hilbijartinan de.
Li benda biryara herêmî ne
Cûmane El-Gelayî dibêje: Em li bendê ne ku biryareke herêmî derbarê roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were dayîn.
Got jî: Komîsyon çaverêya derkirina biryarnameyekê herêmê ye bo destnîşankirina roja helbijartinan, û Komîsyon amadeye û amadeye li her wextekê de ku ji alîyê serokatîya herêmê ve hatî dîyar kirin, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

