Zêdeyî 320 geştiyar sardana sê parêzgehên Herêmê kirine
Kurdistan 07:39 PM - 2024-06-20
PUKMEDIA
Ehmed Awa
Di rojên cejna Qurbanê de
zêdetirî 320 hezar geştiyar çûne havîngeh û deverên geştyarî yên parêzgehên
Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê û heta niha ti amar li ser hejmara geştyarên ku
çûne parêzgeha Duhokê li ber dest nînin.
Li gor agahî û amarên ku
PUKMEDIA ji Rêveberiya Geştûguzarî ya Parêzgeha Silêmaniyê bi dest xistine,
zêdetirî 120 hezar geştiyar serdana parêzgehê û deverên geştyarî yên wê kirine
ku piraniya wan welatiyên naverast û başûrê Êraqê ne.
Li gorî heman dema sala
borî, hejmara geştiyarên Silêmaniyê bi qasî 20 hezar geştiyar zêde bûye.
Ji aliyê xwe ve berpirsên
parêzgeha Hewlêrê ragihandin ku “117 hezar û 421 geştyaran di betlaneya cejnê
de serdana parêzgehê kirine û 54 tawan û 51 tawan hatine tomarkirin.
Derbarê Parêzgariya
Helebce de jî Rêveberiya Geştûguzariya Helebce ragihand ku “84 hezar û 176
geştyar bi mebesta geştyarî û betlaneya havînê çûne parêzgehê û 40 binpêkirin û
hişyarî ji aliyê komîteyên pişkinîn û çavdêriyê ve hatine tomarkirin. Ti
bûyerên nexwestî rû nedan û pilana cejnê bi serkeftî encamp da.
Heya dema amadekirina vê
raportê, rayedarên pêwendîdar li parêzgeha Duhokê ti amarek derbarê hejmara
geştyarên ku di cejna Qurbanê de gihîştine parêzgehê û deverên geştiyariyê yên
wê parêzgehê, eşkere nekirin.
Li gorî çavdêriya
PUKMEDÎAyê, piraniya geştiyarên ku serdana seyrangeh û deverên geştyarî yên
herêmê dikin, welatiyên parêzgehên naverast û başûrê Êraq û Îranê ne.
Hatina geştyaran bo
parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê dibe sedema çalakiya li bazaran û weke
çavkaniyeke girîng a dahatê û derfetên kar tê dîtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

