Li Hewlêrê ji destpêka îsal ve nêzîkî 430 şewat derketiye
Kurdistan 05:44 PM - 2024-06-13
PUKMEDIA
Hewlêr
Di heyama
şeş mehên borî de, nêzîkî 430 şewat di nav sînorên parêzgeha Hewlêrê de
derketine, ku piraniya wan di cihên niştecihbûnê, otomobîl, bazar û cihên giştî
de derketine Ji van bûyeran duh êvarî, Çarşemê agirekî mezin di parzûngeheke ku
tê de madeyên ku di pîşesaziya isfiltê de dihatin bikaranîn li nêzîkî Hewlêrê vêketibû
ku tîmên berevaniya sivîl nekarîn agir bi wê kontirol bikin, heta ku nêzîkî 20
demjimêran piştî wê qezayê derbas bûn.
Li gorî
daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Sivîl ya Hewlêrê ku kopiyek jê gihîştiye
PUKMEDÎAyê, “Di 5 mehên destpêkê yên sala 2024an de 407 şewat di nav sînorên
parêzgeha Hewlêrê de rû dane, ji wan di meha Çile de 80 bûyer, di meha Sibatê
de 91 bûyer, Di meha Adarê de 91, di meha Nîsanê de 104 û di Gulanê de jî 41
bûyer.
Di
daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji tevahî bûyerên şewatê 156 mal, 94
otomobîl û 23 jî agir bi dîkan, bazar û cihên giştî ketine û nêzî 1000 dîkan
şewitîne û piraniya zerar li xwediyê dîkanan li bazarên Lenka û El-Qeysarî ketiye.
Bûyera herî
dawî ya şewata li parêzgeha Hewlêrê, şewateke mezin e ku ji duh 12.06.2024ê ve,
di parzûngeh û depoyeke madeyên ku di pîşesaziya isfilt de tên bikaranîn, li
ser rêya Hewlêr-Kwêr vêketiye, ku proseya kontirolkirina agir tê de, derketiye.
Nêzîkî 20 demjimêran dom kir heta agir hat kontrolkirin û Rêveberiya Berevaniya
Şaristanî li Hewlêrê ragihand, lêkolîn ji bo diyarkirina sedema agir û ziyanên
mirovî û madî dest pê kirine.
Li gorî
şopandinên PUKMEDIA’yê, di heyama meha Hezîranê û heta niha de nêzîkî 20
haletên şewatê li parêzgeha Hewlêrê rû dane, ku 6 ji wan şewatan di dukanên
bazirganî, avahî û zeviyên cotkaran de bûne û di encamê de ziyaneke madî ya
mezin derketiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

