Pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê 21 trîlyon e
Kurdistan 06:55 PM - 2024-06-12
PUKMEDIA
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê
Endama Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand:’’Nêzîkî 10 sal in pirsgirêka paşxistina mûçeyan heye, lê bi xweşî îsal me karî bi giranî pirsgirêka mûçe û astengiyan wê bidawî bînin, îhtîmal e di çend mehên bê de bigihin çareseriyeke radîkal.Ev cara yekeme ku pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê nêzîkî 21 trîlyon dînar e, ku 5 tirilyon ji wê bo sermayerazandinê tê terxankirin, lê ti qasekî pere ji bo dolarên petrolê nehatiye terxankirin."
Pirsgirêka mûçe dê di demek nêzîk de bi temamî çareser bibe
Narmîn Marûf got, “Stayl û pêkhatên budceya 2024ê ya Îraqê heta radeyekî zêde wekî yên budceya par in. Budceya weberhênanê tenê 55 tirilyon dînar e, ya ku zêde bûye tenê budceya bikaranînê ye. Di nav vê de jî, pişka şêrî bi ber para mûçeyan keftiye.”
Navbiriyê eşkere jî kir, “Pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê ya Îraqê de 12.67% ye ku dibe zêdetirî 20 tirilyon û 910 milyar dînaran. Bi vî awayî pirsgirêka parvekirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li van nêzîkan bi awayekî bingehîn çare dibe.”
Wê Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê di derheqa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de jî got, “Du tirilyon û 700 milyar dînar ji budceya weberhênanê ji bo berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê hatine terxankirin.”
Agahî negihiştiye Bexdayê
Heta niha zanyariyên derbarê bilindkirina pilê yekem, duyem û sêyem û yên ku mafê wan ê wekhevkirina mûçeyan heye negihîştiye Bexdayê, ji ber wê jî nekarîn di yasaya bûdceyê de cih bigrin, ji bo vê mebestê jî hewlên me berdewam in û dema agahî bigihe Wezareta Darayî ya Iraqê, me soz jî wergirtiye ku rêjeya pereyan zêde bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

