Zêdeyî 17 hezar kartên dengdanê dê li hilbijêran bên vegerandin

Kurdistan 06:14 PM - 2024-06-12
Kartên dengdanê yên biyometrîk PUKMEDIA

Kartên dengdanê yên biyometrîk

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan heftiya borî 17 hezar û 546 kertên biyometrîk pêşkêşî dengderên Herêma Kurdistanê kiriye û 7 hezar û 968 kesan danûstandinên biyometrîk kirine.Berdevkê komîsyonê ragihand:’’ Bi vê armancê me li 173 navendên dengdanê ji bo belavkirina dengên biyometrîk amade kirine.’’

Nêzîkî 8000 kes danûstandin kirine
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatine şandin ragihandiye:’’Di hefteya borî de ji 3ê Adarê heta niha 17 hezar û 546 kertên biyometrîk pêşkêşî dengderên Herêma Kurdistanê kiriye û 7 hezar û 968 kesan danûstandinên biyometrîk kirine ji bo beşdariya di gera şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê de
serlêdana kartên biyometrîk kirine.”
Piraniya wê li Hewlêrê bû

Ji wan 17 hezar û 546 kartên ku di nava hefteyê de hatine belavkirin, 5 hezar û 738 li Silêmaniyê, 7 hezar û 295 li Hewlêrê û 4 hezar û 513 jî li Duhokê hatine belavkirin.

Li gorî komîsyonê li Silêmaniyê 2 hezar û 460 dengdêr, li Hewlêrê 2 hezar û 272 û li Duhokê jî 3 hezar û 236 dengdêr hatine tomarkirin.

173 bingeh kertan belav dikin

Berdevka Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Gelayî ji PUKMEDIA re ragihand: “Hefteya bê li 173 navendên dengdanê yên Herêma Kurdistanê dê kart li ser dengderan bên belavkirin.’’

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir 4 biryarên Herêmî bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dabûn, lê her carê helbijartin dihatin paşxistin û Komîsyona Hilbijartinan jî li benda biryara pêncem e bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan.

Yekem biryarnameya Herêmê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 24ê Sibata 2022ê de û roja 1ê Cotmeha 2022ê jî bo lidarxistina hilbijartinan hat dayîn.Di 26.03.2023an de biryara duyemîn hat dayîn û roja 18.11.2023 hat destnîşankirin ku hilbijartin bên kirin.

Derbarê biryara sêyemîn de jî di 3ê Tebaxa 2023an de hat dayîn û roja 25ê Sibata 2024an ji bo hilbijartinan hat destnîşankirin.Biryara çarem û dawî ya 3ê Adara 2024ê hat dayîn ku di 10ê Hezîranê de hilbijartinên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê were kirin, lê ev roj jî hat paşxistin.

Niha çavê hemûyan li ser serokatiya herêmê ye ku roja nû diyar bike û biryara pêncem ji bo lidarxistina hilbijartinan derbixe.

Roja 29-5-2024, Komisyona Bilind a Serbixwe Hilbijartinan a Iraqê daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku roja hilbijartinên giştî diyar bike. Komîsyonê wekî pêşniyarekê roja 5-9-2024 wekî roja hilbijartinên giştî destnîşan kiribû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket