Hilbijartinên Parlamentoyê li benda derxistina pêncemîn biryara Serokê Herêmê ne
Kurdistan 08:56 PM - 2024-06-06
PUKMEDIA
Parlemana Êraqê
Piraniya
partiyên Kurdistanê, ji bilî partiyeke siyasî, piştevaniya lidarxistina
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema herî zû de dikin, ji ber ku heta
niha Serokê Herêma Kurdistanê 4 biryarên herêmî ji bo diyarkirina roja
hilbijartinan gera şeşem a parlementoyê derxistiye. hilbijartin rojên diyarkirî
de nehatin kirin û niha hilbijartin li benda derxistina biryara pêncem e.
Paşxistina dubare bandoreke neyînî li navûdengê herêmê kirDerbarê vê mijarê de Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Palambo Mihemed ji malpera fermî PUKMEDIA re axivî û got: Tirsa partiya Kurdistanê ji hilbijartinan û şer heye. li dijî lidarxistina wan hilbijartinan bû sedem ku zêdetir ji carekê helbijartin bên paşxistin û heta niha çar biryarên Herêmê derbarê wan de hatine derxistin û niha jî welatiyên Herêma Kurdistanê li benda derxistina pêncemîn biryarê ji serokatiya herêmê ne ji bo diyarkirina roja nû ya hilbijartinan.
Got jî: helbijartin heta niha çar caran hatîye paşxistin, bi sedema yek aliyek siyasî, lê Yekêtî ya nîştîmanî û aliyên din yên Kurdistanî li gel wê yekê bûn ku helbijartin di roja dîyarkirî de bê encamdan û ev jî asta tirsa wê partiyê nîşan dide, bi taybetî piştî pêkanîna kabîneya nehemîn a hikûmeta herêmê, amaje bi paşxistina çendîn caran ya hilbijartinan kir, ku mafekî demokratî yê gelê Kurdistanê ye, bandoreke nerênî li nav û deng û pêgeha hikûmetê kir li ser asta navneteweyî.
Divê li hemberî paşxistinê helwesteke tund bê girtin
Ji aliyê xwe ve, endamê geran
pêncem a parlamentoya Kurdistanê yê fireksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
Ebûbekir Hildanî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Paşxistina
hilbijartinan bi her behane û behaneyekê, behaneyek nayê qebûlkirin û pêwîste
hemû alî helwestek tund li hember partiya ku dibe sedema paşxistinê hebe.
Heldanî eşkere kir û got:
“Paşxistina dubare ya roja lidarxistina hilbijartinan dê bandorê li ser postê
serokê herêmê bike û dê bandoreke nerênî li ser nav û deng û pêkhateya herêmê
li ser asta herêmî, Êraqî û navdewletî bike. Destnîşan kir ku bi dawî hatina
desthilatên encûmenên parêzgehan, parlemento û hikûmetê û têkdana wan ya
qanûnî, bûye sedema gurtirbûna kêşeyan li herêmê.
Komîsyon dîrokek nû pêşniyar dike
Komisyona
Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan piştî ku bi biryara Dadgeha Federalî
proseyên teknîkî hatin rawestandin, roja nû ji bo lidarxistina hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kir.
Komisyonê ji
bo destnîşankirina roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nameyeke
fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şand û pêşniyara Serokatiya Herêmê jî
kir ku roja 5/9/2024ê weke roja nû ya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê diyar bike.
Hêjayî
gotinê ye ku piştî derxistina biryara Dadgeha Federalî, prosedurên teknîkî yên
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestiyan, lê desteya dadwerî Komîsyona
Hilbijartinan neçar kir ku ji bo amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê dest bi prosedurên xwe bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

