deriya tomarkirinê ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de hate vekirin
Kurdistan 01:17 PM - 2024-06-06
PUKMEDIA
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
Komîsyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan vekirina tomarkirina navên hevpeymanî û partiyên ku
dixwazin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin, ragihand.
Berdevka
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumena El-Gelay ji PUKMEDIA re
ragihand ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryar da ku qeyda
hevbend, partî, ji bo pêkhateyên ku dixwazin beşdarî hilbijartinên 2024ê yên
parlamentoya Kurdistanê bibin veke.
Wê got jî:
Dem dê ji 6/8/2024 dest pê bike, heya dawiya dema fermî ya kar li 13/6/2024.
Komîsyon
dabeşkirina kursiyên pêkhateyan dipejirîne
Encumena
Komisyonên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryara dabeşkirina
kursiyên pêkhateyan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.
Cumene
El-Ghelayî got: Encumena Komisyonan biryar da ku yekem pêşniyara ku bi hûrgilî
di protokola kombûna jimare 72 ya lijneya yasayî ya roja 3/6/2024 de derbarê
diyarkirina kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê pesend bike.
Wê got jî:
Li gor vê biryarê, xala 2 ya sîstema tomarkirin û pesendkirina lîsteyên
berbijaran ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistana Êraqê jimare (7) bi vî
awayî hatiye guhertin:
Yekem:
Herêma Kurdistanê li ser çar navçeyên hilbijartinan hatiye dabeşkirin (Hewlêr,
Silêmanî, Duhok, Helebce).
Duyem:
Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 100 kursiyan pêk tê ku li ser navçeyên
hilbijartinan hatine dabeşkirin, bi vî awayî: Parêzgeha Hewlêrê 34 kursî hatiye
terxankirin, ku 2 kursî ji pêkhateyan re hatine dayîn û 32 kursî jî ji bo giştî
mane, li parêzgeha Silêmanî hejmara kursiyan 38 kursî ye, ji wan 2 kursî ji bo
pêkhateyan, 36 kursî ji bo giştî mane,ji bo Duhokê ji bo pêkhateyan kusiyeke ji
nav 25 kursiyan, 24 kursî dimînin lê kursiyên parêzgeha Helebce jî wek xwe
bimînin.
Sêyem:
Namzedkirina ji bo kursiyên kota yên ji bo Xirîstiyan û Tirkmenan hatine
terxankirin, bi awayekî takekesî li navçeyeke hilbijartinê ya ku namzed jê tê
destnîşan kirin, tê kirin û her kesê ku dengên herî zêde bi dest bixe, bi
serketî tê hesibandin.
Çarem:
Dengdan ji bo berbijarekî ku ji dengdêrên heman navçeyî pêk tê bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

