Talebanî ji Hindistanê re: Xwendekarên Kurd li zanîngehên xwe qebûl bikin
Kurdistan 09:05 PM - 2024-06-04
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Talebanî bi Balyozê Hindistanê yê Iraqê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Prashant Pais Balyozê, Hindistanê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de çawaniya bihêzkirina peywendiyên akademîk di navbera her du welatan de û pêşxistina şarezayên ciwanên nûjen di warê teknolojî û kargêriyê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku roja sêşemê (04.06.2024) bi amadebûna Daban Şadala cîgirê berpirsê fermangeha têkeliyên derveyî Herema Kurdistanê hat encamdan, cîgirê serokwezîr spasiya Balyozê Hindistanê û hikûmeta wî welatî kir ku roleke giring di serkeftina Korbenda Navdewletî ya Nûjeniyê li Silêmaniyê de hebû û daxwaz kir ku di salên bê de ev hevkarî berdewam bin.
Di beşeke din ya civînê de, Qubad Talebanî amaje bi nêrîn û plana hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina şarezayên ciwanên nûjen di warên teknolojî û kargêriyê de kir û eşkere kir ku li Kurdistanê hejmareke berçav ji xortên jêhatî û nûjen hene ku dixwazin bi rêya nûjeniyê beşdarî proseya geşepêdana Herêma Kurdistanê bibin.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr daxwaz ji Hindistanê jî kir ku weke welatekî serekî di warên teknolojî û nûjeniyê de alîkariya Herêma Kurdistanê bike bo pêşxistina şarezayên ciwanan.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa çawaniya bihêzkirina peywendiyên akademî yên di navbera zanîngehên Kurdistanê û Hindistanê de hate kirin, Qubad Talebanî spasiya hikûmeta Hindistanê kir ku di dema derbasbûyî de 50 bursa bo xwendekarên master û doktorayê dabîn kiriye û hêvî xwest ku di salên pêş de zêdetir xwendekarên Kurd werin wergirtin li zanîngehên welêt.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

