Komisyonê parvekirina kursiyên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir

Kurdistan 11:16 AM - 2024-06-04
Komsiyon PUKMEDIA

Komsiyon

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Lijneya Komisyonê biryara heyeta dadgehê ya derbarê 5 kursiyên pêkhatê Parlemena  Herêma Kurdistanê vegerin parvekirina wan li ser parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê pejirand.

Pênc kursî li ser Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hatine parvekirin
Li gorî biryara komîsyonan ku nusxeyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin, wiha tê gotin:"Parêzgeha Hewlêrê ku 34 kursî hene, dê 32 kursî be , kursiyek ji bo mesîhiyan û kursiyek ji bo tirkmenan, li parêzgeha Silêmaniyê ku 38 kursî hene, dê 36 kursî be, kursiyek ji bo mesîhiyan û kursiyek ji bo tirkmenan hebe , li parêzgeha Duhokê ku 25 kursî hene, dê bibe 24 kursî û kursiyek jî dê ji bo mesîhiyan were veqetandin.’’
Pênc kursî ji bo pêkhatan e ji 100 kursiyên parlamentoyê 
Berî niha Dadgeha Federalî biryar dabû ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan bibe 100 kursî û 11 kursiyên pêkhatanjî jêbirîn, lê Desteya Dadwerî ya Encûmena Komîsyaran biryar da ku ji 100 kursiyan 5 kursî bên terxankirin.
Namzetên pêkhatan divê ji herêma ku lê dijîn bin

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Li gorî biryara encûmena pêkhatan , divê namzetê wan  li herêma ku lê dijîn be û di pêşbirka namzedên pêkhatan  de, kîjan namzedê herî zêde deng bidest xistiye, dê namzet bi ser bikeve.’’

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja nû ya hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir û ragihand:“Me daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku roja şeşemîn a hilbijartinên parlamentoyê diyar bike, lê ti bersivek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê wernegirtiye.’’

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê beriya niha pêşniyar kiribû û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku roja 5-9-2024 hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket