YNKê: Em parastina mafên hemû pêkhateyên herêmê dikin
Kurdistan 09:32 PM - 2024-06-03
PUKMEDIA
Civata Nûneran û logoya YNKê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: “Li gorî qanûna bûdceyê, mûçeyê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye garantîkirin û pêwîst e li gorî biryara Dadgeha Federalî be,ku mûçeyên karmendan bi rêya hesabên bankî be , em parastina mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî emê lêkolînên xwe berdewam bikin.’’
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê lezê bidin
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê civîneke çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Fraksiyonê Narmîn Marûf got: “Bi pesendkirina yasaya bûdceyê, mûçeyên karmendên herêmê garantî kiriye ku careke din di mijara mûçeyan de pirsgirêk dernekeve û mûçeyên wan paşde nemîne.’’
“Li gorî biryara Dadgeha Federalî divê mûçe bi rêya hesabên bankê bên parvekirin ,em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî her du wezaretên darayî, lezê bidin bi bankirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek mûçeyên Iraqê, daku mûçeyên mehane di dema xwe de werbigirin.’’ Narmin Marûf got.
Fraksiyona YNKê soza xwe bi cih anî
Fraksiyona YNKê herwiha got: “Mijara bilindkirina asta karmendan , pirsa yeksankirina kesên teqawid, mamoste, xwebexş, mezûnên xwendina bilind û sê derçûyên yekem ên ku mafê wan ê karkirinê heye û mûçeyên wan wek hevtayên wan ên li Iraqê li gorî yasaya birêveberiya darayî û yasayî li Iraqê be. Yasaya bûdceya sala borî tenê tabloyek ji hikûmetê bû, ji ber wê jî Civata Nûneran û Komîteya Darayî nikarîbûn ti tekstekê lê zêde bikin ji ber ku bi yasayê destûr nayê dayîn.Niha li gorî yasaya bûdceyê, desthilata Encûmena Wezîran heye ku ji bo mûçe yan jî tezmînata wan pereyê pêwîst veqetînin.”
"Em careke din tekez dikin ku em bergiriyê li mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û soza ku me daye wan û çendeya diravê pêwîst be ji bo garantîkirina mûçe û em dê di paşerojê de lêkolînên xwe berdewam bikin heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî. Qanûna bûdceya sala borî tenê tabloyek bû,ji ber vê yekê, Civata Nûneran û Komîteya Darayî nikarîbûn ti nivîsekê lê zêde bikin ji ber ku bi yasayê destûr nayê dayîn, lê em hêvîdar in ku dema wezaret agahîyên tam werbigirin, li gorî yasaya bûdceyê , desthilata Encumena Wezîran heye ku ji bo mûçe yan jî qerebûkirina wan pereyê pêwîst terxan bike.”Her wiha ragihand
"Em careke din tekez dikin ku em bergiriyê li mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin û soza ku me daye wan û çendeya diravê pêwîst ji bo garantîkirina mûçe û em dê di paşerojê de lêkolînên xwe berdewam bikin heta ku hemû karmendên mûçe bibin xwediyê hesabên bankî." Got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

