Cezayê darayî dibe sedem ku endamên Meclîsa Nûneran beşdarî rûniştinan bibin
Îraq 02:16 PM - 2024-06-03
PUKMEDIA
Civîna Civata Nûneran
Berî 4 mehan biryara serokatiya civata nûneran bo sizakirina nûneran bi birîna mûçeya wan ya mehane b ji ber beşdarnebûna wan di civînan de ket ware cîbicîkirinê, 170 milyon dînar di meha Şibat û 160 milyon dînar di meha Adarê de hat birîn ji hejmarek ji nûneran li hember nebûna wan di civînên encûmenê û lijneya parlamentoyê de, di mehên borî yên Avrêl û Gulanê de jî, ti parlamenterek nehat cezakirin ji ber pabendbûna parlamenteran bi beşdarî rûniştin û civînên komîteyan dibin .
Cezayê beşdarbûna parlementeran guhertDi vê derbarê de, parlementerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Heme Şerîf di daxuyaniyekê de ji malpera PUKMEDIA re ragihand: “Cezakirina Serokatiya Parlementoya Kurdistanê hêşt ku nûner di rûniştin û civînên komîteyên parlamentoyê de beşdar bin, ji ber ku di mehên Nîsanê de ti pere ji nûneran nehatiye kêmkirin û di meha Gulanê de jî ji bilî rojên betlaneyê .
Çiro Heme Şerîf her wiha got: Her nûnerê ku di rûniştinekê de neamade be, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê daxistin û 500 hezar dînar jî ji mûçeyê wî ji bo beşdarnebûn di civînên komîteya parlamentoyê tê tê birîn.
Jixwe biryar di rêziknameyê de heyePiştî ku hijmareke zêde ji nûneran beşdarî civînên encûmenê û civînên komîteyan nebûne, Serokatiya civata nûneran biryar da ku mûçeyên wan nûnerên neamade were birîn.
Parlamenterê Serbixwe Yûsif El-Kelabî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re gotibû: "Ev biryar beriya niha di rêziknameyê de heye, lê di vê qonaxê de ji ber ku hin fireksiyonên siyasî civînên Encûmenê boykot kirine, hatiye aktîfkirin.
Got jî: mûçeyê nûnerê 7 milyon dînar e û her meh 8 rûniştinên civata nûneran hene û ji bo her rûniştinekê ku nûner jê dernekeve, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê kêmkirin.
Hejmara endamên Civata Nûneran di rûniştina wê ya pêncem de 329 e, ku di nav 25 komîteyên herdemî yên parlamentoyê de hatine dabeşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

