Ji bo pesendkirina budce Sûdanî daxwaza paşxistina serdana parlementeran bo Siûdiyê dike

Îraq 10:20 PM - 2024-06-02
Parlemana Êraqê PUKMEDIA

Parlemana Êraqê

Êraq Parlemen

Nêzîkî 100 parlamenterên parlamentoya Êraqê ji bo pêkanîna hecê daxwaza moleta destûrê kirine, ev jî astangî li ber pesendkirina budceya îsal a Êraqê vedike, herweha hilbijartina serokê parlamentoyê jî.

Nêzî 15 parlamenter çavdêriya hecê dikin
Endamê Lijneya Karûbarên Ewqaf a Parlamentoya Êraqê Xerîb Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Nêzîkî 100 endamên Civata Nûneran daxwaza destûr ji bo çûyîna heca ferz û serdana Erebistana Siûdiyê kirine, ji wan nêzîkî 15 endam ji bo çavdêriya heciyên Êraqî dê biçin Erebistana Siûdiyê.

Xerîb Ehmed got: “Tevî pirsgirêka boykotê, serdana ew qas parlamenteran bo Erebistana Siûdî, dê ji bo pesendkirina bûdceya giştî û hilbijartina serokê parlamentoyê pirsgirêkan çêbike.
 
Sûdan pêşniyar dike ku geşta Erebistana Siûdî were paşxistin
Li gorî nûçeya PUKMEDÎA'yê ku ji encumena nûnerên Êraqê hatine bidestxistin dibêje ku: Serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî pêşniyara paşxistina paşxistina wan parlementaran kiriye ku di rojê erefe de û sê rojên pêş cejna qurbanê sardana Siûdiyê dikin kir da ku ti pirsgkirên di mijara pesendkirina budce û erka parlemanê de cêne be.

Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê D.Bryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;Serokwezîr Mihemed Şeya Sûdanî û Çarçoveya Hevahengiyê hewlên xwe ji bo pesendkirin û dengdana li ser guhertinên nexşerêya bûdceyê zêde kirine û dixwazin bûdce berî destpêkirina civîna yekem a yasayî were pesendkirin, ji ber ku êdî karûbarê hikûmetê nayê rawestandin.

Parlamentoya Êraqê ji 339 parlamenteran pêk tê û eger 100 parlamenter ji bo pêkanîna hecê serdana Erebistana Siûdî bikin û îhtîmala boykotkirin û nebûna parlamenteran hebe, dê ji bo pesendkirina bûdceya Êraq pirsgirêk derkeve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket