Meclisa Nûneran civîna bo dengdana li ser bernameya bûdceyê li dar dixe
Îraq 12:07 PM - 2024-06-02
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Encumena
Nûneran biryare sibe Duşemê rûniştina xwe ya asayî ji bo dengdana li ser
bernameya yasaya bûdceya federalî ya hejmar 13 ya sala 2024 li dar bixe.
Nûnerê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Bryar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand:
Meclisa Nûneran ji bo dengdana li ser bernameya bûdceya federalî ya sala 2024ê
bêhnvedana xwe ya yasayî paşxist.
Got jî:
fişara serok wezîrê federal Mihemed Şeya El-Sudanî û hin aliyên siyasî hene ku
deng li ser nexşerêya bûdceyê bidin da ku kar û barên hikûmeta federalî têk
nebin û xizmetguzarî bo welatiyan berdewam bin.
Diyar kir:
Dengdana li ser nexşerêya bûdceyê pêwîstî bi amadebûn û dengdana 165
parlamenteran heye û pêwîst e hikûmet li ser deng bide, lewma dixwaze dengdana
li ser wan bilez bike.
Nûner Bryar
Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: Civîna xwe ya asayî sibê roja duşemê di
demjimêr sê piştî nîvro de ji bo dengdana li ser nexşerêya yasaya bûdceya
federalî ya sala 2024ê dê li dar bixe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

