Talebanî ji Balyozê Koreyê re: Em ê kapasîteya ciwanan pêş bixin
Kurdistan 08:46 PM - 2024-05-29
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Choi Sung-Su
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Koreya Başûr li Iraqê Choi Sung-Su kir û di wê hevdîtinê de proseya hikûmeta elektronîk û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de ku roja çarşemê (29.05.2024) li Hewlêrê hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya alîkariya Koreya Başûr bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku alîkariyên wî welatî bi taybetî di warê veguhestina ezmûn û şarezayên di warê hikûmeta elektronîk de bo Kurdistanê berdewam be.
Balyozê Koreya Başûr piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya xwe jî bo alîkariya di proseya hikûmeta elektronîk de nîşan da.
Di vê çarçoveyê de cîgirê serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di van salên dawî de bi piştgîriya li ser ciwanên Kurd yên jêhatî û nûjen, qonaxeke pir pêşketî di saziyên hikûmeta elektronîk de derbas kiriye û got, lê dîsa jî hewcedariya me bi alîkariya welatek pêşkeftî wekî Koreya Başûr heye." Wî got.
Di hevdîtinê de Qubad Talebanî diyar kir ku di nava ciwanên Kurd de mirovên nûjen ên gelek jêhatî di warên teknolojî û karsaziyê de hene û got, stratejî û plana me ew e ku şiyana ciwanên xwe yên nûjen zêdetir pêş bixin û beşdar bibin di dîtina çareseriyên zîrek ji bo pirsgirêkên curbicur.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr daxwaz ji Koreya Başûr kir ku ji bo pêşxistina şiyana ciwanên afirîner ên Kurdistanê alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

