Hilbijartin garantiya parastina pêkhateya Kurdistanê ye
Kurdistan 07:12 PM - 2024-05-29
PUKMEDIA
Derbaz Kosret Resûl û Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê
Berpirsê Buroya Pêwendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Darbaz Kosret Resûl pêşwaziya Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê kir.
Di civîna ku li baregeha Mekteba Siyasî ya li Hewlêrê hat lidarxistin de, Derbaz Kosret Resûl behsa girîngiya serdana şanda bi serokatiya rêheval Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo Amerîkayê kir.
Di beşeke din ya civînê de, Derbaz Kosret Resûl tekezî li ser neguhertina helwesta YNKê ya ji bo hilbijartinên civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê di demeke nêzîk de kir û got: ‘’Tenê hilbijartin garantiya parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.’’
Her li vê hevdîtinê de rewşa ewlehî û aborî ya navçeyê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkxistina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.Her li ser wê yekê hemfikir bûn ku aramiya ewlehî û aborî li navçeyê bi aramiya siyasî ve girêdayî ye, ji ber wê jî pêwîst e alî zêdetir hemahengî û hevkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

