Talebanî: Divê îsal hilbijartin bên kirin
Kurdistan 05:43 PM - 2024-05-29
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Benjamin Hanna civiya û di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, destpêkirina hinartina petrolê û çendîn mijarên din ên balkêş hatin kirin.
Di civînê de ku roja 29.05.2024ê li Hewlêrê hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr tekez li ser wê yekê kir ku em hemû hewlên xwe didin ji bo ku di yekem derfetê de û îsal hilbijartin bên kirin.
Derbarê kursiyên pêkhatan de jî Qubad Talebanî diyar kir ku em ê mafên hemû civakan bê cudahî biparêzin û got:“Em ti carî li dijî kursiya pêkhatan nebûne, lê daxwaz û hewla me ew e ku nûneratiya xwe ya rast li parlamentoya Kurdistanê de hebe.
Her wiha di civînê de li ser destpêkirina hinartina petrolê û mijara bûdceyê jî gotûbêj hatin kirin,cîgirê Serokê Hikumeta Kurdistanê her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadeyiya xwe nîşan daye ku careke din hinartina petrolê dest pê bike,em ê ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyê nebin pirsgirêk.’’
Derbarê pirsa bûdce û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê de jî, Qubad Talebanî got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên baş hatine avêtin û ragihand:“Şanda hikûmetê amade ye serdana Bexdayê bike û em bi niyaz in ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên bûdce û mûçeyan bigihin rêkeftineke dawî.’’
Di mijara dawî ya civînê de behsa avakirina zanîngeheke Kurdî-Almanî li Silêmaniyê hat kirin, Qubad Talebanî piştgiriya hemû pêkhateyan û amadebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina hemû hêsankariyan ji bo vekirina zanîngehê nîşan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

