Yekîtiya Niştimanî.. Qurbanî mezinin û têkoşîn berdewam e
YNK 12:10 PM - 2024-05-29
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Van nava van çend rojan de salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbas dibe, ev partiya ku destkeftên gelek mezin bi dest xistine ku di çend rûpelan de nayên kurtkirin, ji ber ku destkeftên ku bi pîtên fedekarî û tekoşînê hatine nivîsandin in, herweha qehremanên vê partiyê û şehîdên wê yên ku xwîna wan a paqij axa Kurdistanê, çiya û newalên wê avdane, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê roleke çalak di bihêzkirina bingehên demokrasî û pêkvejiyana aştiyane di navbera neteweyên Êraqê de lîstiye û têgehên nû pêşkêşî dike û çandeke nû ku li ser bingehên demokratî ava bûye, ku Êraqê bi saya serkirdayetiya biaqilane ya cenabê Mam Celal naskiribû.
Qurbaniyên mezin
Endamê Korbenda
Hevahengiyê Ayd Hîlalî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê di rûbirûbûna rêjîma Beis a hilweşiyayî de roleke girîng û mezin
lîst û di guhertina rêjîmê û avakirina Êraqeke nû de jî roleke mezin lîst.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
bi serpereştiya Serokê rihmetî Mam Celal û hevalên wî ji bo azadkirina Êraqê
qurbaniyên mezin dan û dawî li dîktatoriyê anîn.
Got jî: Em ji birêz Bafil
Celal Talebanî serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê re dibêjin ku hûn li ser
rêya rast û li ser rêbaza serok Mam Celal in û em hêvîdar in ku gavên din jî ji
we hebin ji bo avakirina Dewleta nû ya Êraqê bi hewl û ezmûnên we yên mezin.
Avakirina sîstemeke demokratîk li Herêmê
Ayd Hîlalî dibêje:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roleke mezin di avakirina sîstema demoqratîk
li Herêma Kurdistanê û veguhertina wê ji herêmeke veqetandî bo navçeyeke ku
bala cîhanê dikişîne heye û ev mijar bi saya rola mezin a serok Mam Celal e.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
dîmenên hêja û xweş pêşkêş kir û pêşketinên ku li Herêma Kurdistanê diqewimin
bi dîtin û hizra mezin a serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.
Got jî: Hewldanên mezin ên
Yekîtîya Niştîmanî, û em nikarin di çend rêzan de vê rola dîrokî ya Yekîtîya
Niştîmanî paşguh bixin û ji serkirdayetîya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê re
dibêjin: We partîyek mezin ya niştimanî damezirand ku bal û rêzgirtina girse û
hevkarên siyasî dikşîne.
Helwestên bi rûmet
Şirovekarê siyasî Riyad
El-Wehîlî ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di
avakirina proseya siyasî de xwedî helwestên birûmet û girîng in, helwestên ku
bi proseya siyasî re ji rûxana rêjîma berê heta niha hevaheng in.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
berî rûxana rêjîmê di piştevaniya opozîsyona Êraqê de û piştî rûxana rêjîmê jî
di avakirina proseya siyasî û avakirina Êraqa nû de roleke çalak hebû.
Beriya 49 salan, di 1ê Hezîrana 1975an de
piştî têkçûna şoreşa Îlonê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyê serok Mam
Celal û hevalên wî (Newşîrwan Mistefa, Dr. Kemal Fûad, Dr. Fûad Masûm, Adil
Murad, Ebdulrezaq Feylî, Omer Şêx Mûs) ve hat damezrandin.
Jidayikbûna Yekîtiya Nîştimanî di wê rewşa
hestiyar de ji bo gelê Kurdistanê pêwîstiyeke neçarî bû, ji ber ku Yekîtiya
Niştimanî piştî salekê ji damezrandina xwe ve, careke din agira şoreşê vêxist û
ji dema rûxana rêjîmê ve di sala 2003 de yekîtiya niştimanî bêyî ku bêzar bibe
li Bexdadê dixebite û têdikoşiye Ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê di
çarçoveya Êraqa federal a demokratîk de û li Herêma Kurdistanê, ala pêkanîna
dadperwerî û rêvebirina baş hildigire, da ku hemû hevwelatî bê cudahî bikarin
ji berjewendiyên welat sûd werbigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

