Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê banga pêkanîna biryarên Dadgeha Federal kir

Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-28
Serokkomar û Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê

Serokkomar û Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Serokkomarê Êraqê

Şandeke Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û girêbestên mamostayan giheşte Bexdayê û bang li serokkomar û aliyên pêwendîdar kirin di vê derbarê de Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dibêje:’’ Netewekirina mûçeyê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê divê van pirsgirêkan çareser bike.”

Serokkomar: Nabe ku alozî bandorê li dayîna mûçeyên karmendên Kurdistanê bike

Serokomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd di civîna gel şanda mamosteyan got: “Pêwîste aloziyên siyasî bandorê li jiyan û berjewendiya welatiyan û dayîna mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê neke, bi taybetî vê beşa girîng a civakê, li gorî çarçoveya yasayî bo dabînkirina mafên xebatkarên perwerdeyê û mamosta, da ku dadmendiya civakî bi rêya dabeşkirina serwet di nav Îraqiyan de pêk bînin.’’

Her wiha di civînê de bal hat kişandin ser rola sereke ya mamosteyan di perwerdekirina nifşan û pêşxistina bernameya xwendinê de, bi awayekî ku ewlehî, aramî, pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtina bawerî û olan di nav hemû civakan de çêbike.

Divê biryarên Dadgeha Federalî bên cîbicîkirin

Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê  daxwazên mamostayan û girêbestan gihandiye Serokkomar  û aliyên pêwendîdar û di wê baweriyê de ye ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê biryarên Dadgeha Federalî cîbicî bikin.

Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahîd Mihemed ji PUKMEDIA re wiha got: “Di serdana xwe ya bo Bexdayê de, me li gel Serokomar, parlamentoya Iraqê û aliyên peywendîdar ên Iraqê civiyan û me daxwazên mamostayan û girêbestan gihandin bo çareseriyeke bilez ji bo mûçeyê mamostayan û fermîkirina mamostayan û girêbestan kir.

Her wiha got: “Pêwîste her du hikûmet biryarên Dadgeha Federalî ya derbarê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîbicî bikin û di zûtirîn dem de dermalekê ji karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çêbikin.

Got jî: Mijareke din a ku me digel Serokkomar kir, karkirina yekem derçûyên zanîngehên Kurdistanê bû, ku niha ji ber çendîn pirsgirêkan  rawestiyaye û me daxwaza çareser kirinê kir.

YNK hewl dide li herêmê yekemê  zanîngehan damezrîne li kar

Li Herêma Kurdistanê ji salên 2017-2018 heta 2022-2023 nêzîkî 11 hezar yekem derçûyên zanîngeh û peymangehan hene û Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê hewl dide wan kar bike da ku yekem derçûyên herêmê ji vî mafî bêpar nemînin.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket