YNK her tim bûye hêviya gelê Kurd
Kurdistan 11:57 AM - 2024-05-28
PUKMEDIA
Salvegera YNKê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji destpêka damezrandina xwe ve, weke hêzeke siyasî û bibandora desthilatdar li Herêma Kurdistanê, Iraq û heta li derveyî welat rola xwe hebûye, di vê qonaxê de piştî kongreya pêncemîn ev helwest zêde bûye û ji pirsgirêkên navxweyî dûr e.
YNK yekgirtî ye
Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Fewziya Nezîr Sabîr ji PUKMEDIA re ragihand:"YNK'ê ne tenê li Herêma Kurdistanê, li Iraq û derveyî welat jî weke hêzeke siyasî û desthilatdar a bibandor rol, pêgeh û giraniya xwe heye û di pratîkê de jî kariye vê yekê îspat bike."
Nezîr her wiha got: ‘’Xweşbextane piştî kongreya pêncem û hilbijartina serokomar, YNK ji her demê zêdetir yekdeng û yekgirtî ye û li Herêma Kurdistanê, Iraq û dervey welat xwediyê pêgeheke girîng û bihêz e.’’
YNK wek mertal mafê gel diparêze
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim bûye hêvî û piştevanê gelê Herêma Kurdistanê û piştî kongreya pêncem bi bîr û stratejiyeke nû ya guncaw ji bo vê serdemê vegeriya qada siyasî.
Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Pola Sîrwan Talebanî ji PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di demekê de hat damezrandin ku bêhêvîbûn li Kurdistanê hebû, careke din hêviyek da gelê Kurd û gel karîbû şoreşeke nû bide destpêkirin.
“Di heman demê de gelê Herêma Kurdistanê YNKê weke mertalek ji bo parastina mafên xwe û bidestveanîna armancên xwe dibîne. Xweşbextane piştî kongreya pêncemîn YNKeke nû, yekgirtî û bi biryar dîsa vegeriya qada siyasî û di vê kongreyê de Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî roleke girîng lîst.
YNK bûye rizgarkerê gelê Kurd
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo demokrasî û mafên gelê xwe hewl daye, lewma bûye rizgarkerê gelê Kurd.
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xedr Mistefa ji malpera fermî ya YNKê re ragihand: "YNK ew hêz e ku ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo demokrasî û mafên gelê xwe kar dike. Piştî 10 salên krîza darayî, YNK bûye rizgarkerê gelê Kurd û bidawîkirina qeyranê."
Mistefa got:’’ Li gorî çend salên borî, YNK li herêm, Iraq û navçeyê xwedî pêgeheke bihêztir e û hêviya gelê kurd e li her çar parçeyan e û hewl dide jiyaneke bi rûmet ji bo gelê kurd dabîn bike.’’
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di nava krîzeke mezin a siyasî de hat avakirin û ji roja damezrandina xwe ve, piştî kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) prensîbên xwe li ser bingeha demokrasiyê diyar kir û hilbijartina Bafil Celal Talebanî wek serokê YNKê, hêvî, aramî û hêzeke nû da YNKê , bi rûmet û fedakarî vegeriya qada siyasî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

