Berdevk: YNK tekezî li ser hilbijartinan dike
Kurdistan 09:26 PM - 2024-05-27
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîra
Berdevkê YNKê encama civîna Mekteba Siyasî ji raya giştî eşkere kir û got:“Du mijarên sereke yên civînê ev bûn;serdana Serokê YNKê bo Amerîkayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bûn û tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê Herêma Kurdistanê di dema xwe de hilbijartinan bike ji bo bihêzkirina pêgeha xwe.”
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re wiha got: “Civîna îro ya Mekteba Siyasî ya YNK piştî vegera Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji serdana xwe ya Amerîkayê tê. Serokê YNKê li Amerîkayê çendîn civînên girîng pêk anîn û behsa encamên civînan kir.’’
Her wiha got:“Mijareke din a girîng a civîna îro jî gotûbêjkirina proseya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bû û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê di dema xwe de û bi zûtirîn dem were encamdan.Serok Bafil ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li ser giringiya lidarxistina hilbijartinan li Amerîkayê ligel kesayetiyên siyasî gotûbêj kiriye.’’
Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re wiha got :‘’Di civînê de her wiha hat amajekirin ku paşxistina hilbijartinan krîzeke mezin a siyasî ye û nekarîna hikûmet û desthilatên Herêma Kurdistanê îsbat dike.’’
Di derbarê salvegera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî wiha got: “Berevajî salên din, dê xelat ji bo Pêşmergeyên dêrîn ên sala 1976 bên dayîn û çendîn çalakî li çend navend û ofîsên YNKê bên lidarxistin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

