Talebanî: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê di asteke baş de ne
Kurdistan 07:03 PM - 2024-05-27
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Balyozê Romanyayê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Romanya
yê li Iraqê Rado Octavian Dobre kir û di civînê de çendîn mijarên balkêş hatin
gotûbêjkirin.
Civîna roja duşemê (27.05.2024) û bi amadebûna Cîgirê
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Daban Şadala û
Konsulê Giştî yê Romaniya li Herêma Kurdistanê Petre Constantin hat
lidarxistin. Her du alî hevdeng bûn li ser bihêzkirina têkeliyên navbera
Romanya û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û xwendina bilind de.
Di vê çarçovê de behsa handana sermayedarên Romanî ji bo
sermayerazandinê li Kurdistanê bi taybetî di warê keresteyên xwarinê de hate
kirin. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ji bo dabînkirina her cure asankariyê bo kompanyayên welatê wan ji
bo beşdariya di pirosesa geşepêdana aborî ya herêmê de nîşan da.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendiyên
akademîk di navbera her du zanîngehan de hate kirin. Qubad Talebanî amaje bi wê
yekê jî kir, ku niha hejmarek ji xwendekarên Kurd li zanîngehên Romanyayê
dixwînin, daxwaz ji hikûmeta Romaniyayê kir ku asankariya zêdetir bo wan
xwendekaran bike û di pêşerojê de kar ji bo wergirtina zêdetir xwendekarên Kurd
li zanîngehên wî welatî bike.
Di hevdîtinê de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê
û Bexdayê jî hat kirin. Cîgirê Serokwezîr pêşhatên dawî ji Balyozê Romaniyayê
re şîrove kir û got ku niha peywendî wan di asteke baş de ne û ji bo
çareserkirina pirsgirêkan gavên baş ji her du aliyan re hatine avêtin, bi
taybetî bûdce û mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

