Kurdistanê nîvê dahata meha Sibatê vegerand Iraqê
Kurdistan 04:15 PM - 2024-05-27
PUKMEDIA
Ala Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û logoya Wezareta Darayî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek ji dahata xwe ya meha Sibatê vegerandiye Wezareta Darayî ya Iraqê, piştî biryara Dadgeha Federalî ji bo Herêma Kurdistanê ku gotibû, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê nîvê dahata xwe ya naneftê vegerîne da ku pirsgirêkên meaşê karmendên li herêmê çareser bike û pere bo mûçeyê karmendan yek ji bankên dewleta Iraqê dayîne.
Zêdetirî 85 milyar dînar nîvê dahata neftê ya herêmê ye
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku nusxeyek ji PUKMEDIA re hatiye şandin: “Îro roja duşemê rêjeya (85,199,634) dînar ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê ya meha Reşemî 2024an, bi pere hatiye razandin jib o Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê li Şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê, ku %50 ji dahata bacê û gumrikê ya Herêma Kurdistanê ya meha Sibatê ye, li gorî raportên mehane yên nûjenkirî yên bîlançoyê.’’
Wezareta Darayî ya Iraqê di heyama 10 rojên borî de mûçeyên meha Nîsanê yên karmendên Herêma Kurdistanê şandiye, lê heta niha mûçeyê meha Nîsanê ya beşek ji hêzên ewlehiyê neşandiye.
Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî neke dê pirsgirêkên mûçeyan çêbibin
Endama Komîteya Darayî ya Herêma Kurdistanê Narmîn Merûf ji PUKMEDIA yê re ragihand: "Wezareta Darayî ya Iraqê pişkinîna lîsteya mûçeyên hêzên ewlehiyê temam kiriye û tê çaverêkirin di demeke nêzîk de mûçeyên wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne."
“Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê bi biryarên Dadgeha Federalî ku nîvê dahata neftê vedigere ser darayî ya Iraqê ji bo karmendên mûçeyên yek ji bankayên dewleta Iraqê pêk tîne, cîbicî neke,ji bo şandina mûçeyên meha Gulanê dîsa dê pirsgirêk derkevin.’’ Narmîn Merûf got.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryareke din a Dadgeha Federalî ya li ser vegerandina nîvê dahata neftê ji bo hikûmeta Iraqê cîbicî kir û zêdetirî 85 milyar dînar wek nîvê dahata neftê ya meha Sibatê vegerand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

