Serokê YNK û serokomarê Iraqê sersaxî ji hikûmet û gelê Îranê re xwestin
Kurdistan 07:20 PM - 2024-05-25
Ofîsa çapemeniyê ya Serok Bafil
Serok Bafil û şandeke pilebilind a Iraqê li Tehranê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokomarê Iraqê Dr.Letîf Reşîd li Tehranê bi Serokomarê Îranê Mihemed Muxbîr re hevdîtin kirin û hevxemiya xwe ji gel û rayedarên Komara Îslamî ya Îranê re ragihandin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku nusxeyek ji PUKMEDÎAyê re hatiye şandin, Serok Bafil bi hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî li Tehranê di merasima cenazeyê Îbrahîm Rayîsî û hevalên wî de amade bûn.
Li gorî daxuyaniyê, Serok Bafil û şandeke pilebilind a Iraqê bi serokatiya Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd li Tehranê ligel Mihemed Muxbîr Serokkomarê bi wekalet yê Îranê careke din ji ber koça dawî ya Îbrahîm Raîsî û hevalên wî sersaxî xwestin.
Serokomarê Iraqê Dr.Letîf Cemal Reşîd û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo beşdarî merasîma cenazeyê Serokkomar Îbrahîm Raîsî û hevalên wî bibin gihîştin Tehranê.
Şanda Îraqî roja 25ê Gulanê ji bo beşdarbûna merasima sersaxiya Serokomarê Îranê, Wezîrê Derve û şanda pê re ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabûn, gihîşt Tehranê.
Di wê şandê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, hejmarek ji serkirdeyên partiyên siyasî yên Iraqê û hejmarek wezîr û berpirsên hikûmetê pêk tê.
Êvariya roja 19/5/2ê êvarî di encama ketina helîkopterekê de serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Huseyîn Amir Ebdullahiyan û 7 berpirsên din jiyana xwe ji dest dan.
Îro 23.05.2024ê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û şandekî pê re serdana Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê kirin û careke din hevxemiya xwe nîşan dan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

