Dema Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê hat dirêjkirin

Kurdistan 04:33 PM - 2024-05-22
Logoya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê PUKMEDIA

Logoya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Parlamentoya Iraqê îro  deng li ser guhertina duyemîn a yasaya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Iraqê û maweya komîsyonê şeş mehan dirêj kir.

Derbarê vê mijarê de endamê parlamentoya Iraqê Dr. Biryar Reşîd ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Parlamentoya Iraqê deng li ser guhertina duyemîn a yasaya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan da û dema komîsyonê heta 6ê Çile dirêj kir.’’

 “Divê heya wê dîrokê gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê were kirin û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan birêve bibe. ‘’Biryar Reşîd wiha dibêje.

Parlamentoya Iraqê roja Çarşemê dema Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bo 6 mehan dirêj kir. Bi vî awayî komîsyon dê hilbijartinên şeşemîn civîna parlamentoya Kurdistanê pêk bîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket