Têgihiştineke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye
Kurdistan 06:41 PM - 2024-05-21
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîr û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Nûnerê Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê Frank Rivolto civiya û di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraq û Kurdistanê, hilbijartin û çend mijarên din ên balkêş gotûbêj kirin.
Di destpêka hevdîtinê de ku roja sêşemê (21.05.2024) hat lidarxistin, Cîgirê Serokwezîr rola UNAMI bi taybetî nûnera berê ya Sekreterê Giştî yê NY Jenine Plaschardt di çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên Iraq û Kurdistanê de bilind nirxand.
Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî eşkere kir ku di vê qonaxê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan têgihiştineke baş heye.
Her wiha got:“Rast e ku di navbera her du aliyan de gelek pirsgirêkên kombûyî hene, lê em dikarin bi îradeya baş û xebata hevbeş gav bi gav pirsgirêkan çareser bikin, ji ber ku bêyî çareserkirina pirsgirêkan û bêyî stratejî û xebata hevbeş , em nikarin fikira pêşketina Iraq û Kurdistanê bikin û jiyaneke minasib ji bo welatiyan dabîn bikin.’’
Pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû û dawî pêşhatên derbarê hilbijartinan de hatin gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

