YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
Kurdistan 06:58 PM - 2024-05-20
Daxuyaniya Qubad Talebanî
Şanda YNK û Partiya Da'we
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Da'we ya Iraqê derbarê pêşhatên dawî yên siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de civiyan.
Qubad Talebanî Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal û Şalaw Kosret Resûl Elî, Saadî Ehmed Pîra, Rewas Fayeq û Salar Serhed pêşwaziya şandeke bilind a Partiya Da'we ya Iraqê bi serokatiya Dr. Xalid Esedî kir. Di civînê de ku îro duşemî 20.05.2024 li mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hate lidarxistin, her du alî li ser pêwîstiya rêkxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi awayekî ku bi rewşa niha re hevdeng û di berjewendiya hemû gelên Iraqê de be, hemfikir bûn.
Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî, peywendiya dîrokî ya navbera YNK û Mala Şîe bi bîr xist, ku hertim di berjewendiya giştî de bûye û pêwîste berdewamî û kûrtirkirina vê peywendiya dîrokî bo parastina ewlehî ,aramiya Iraqê û çareserkirina hemû pirsgirêk û kirîzên niha û pêşerojê yên li ser Iraq û Kurdistanê de pêwîst dît.
Berpirsê Buroya Sekreteriya Serok Mam Celal ragihand:“Tevî ku piştî nexweşî û koça dawî ya Serok Mam Celal li Bexdayê valahiyek çêbû, lê di vê qonaxê de YNK bi serokatiya Bafil Talebanî xwe ji nû ve birêxistin kir û pêwendiyên me bi hemû aliyên Iraqê re gelek baş in û pêgeha wî ji her demê bihêztir bûye.’’
Di hevdîtinê de Dr.Xalid Esedî amaje bi pêwendiya dîrokî ya navbera Kurd û Şîeyan kir û pesna rola Serok Mam Celal di afirandin û bihêzkirina vê peywendiyê de kir û Serok Mam Celal bi kesayetî û serkirdeyekî niştimanî wesif kir ku berjewendiyên hemûyan diparazt.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Da'we ya Iraqê nêrîna xwe ya ji bo peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de şirove kir û tekez li ser pêwîstiya xebata hevbeş di navbera hemû aliyên Kurdistanî û Iraqî de ji bo danîna siyaset û nêrîneke nû ji bo birêvebirina niha û pêşerojê ya Iraqê kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

